Bi vexwendinekê ji ji wezareta karê derve ya Holendî, roja pêncşembê 15/9/2016, şandek ji Encumana Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê, ji birêz serokê Encumanê Birahîm Biro, û berpirsê ofîsa peywendiyên derve Kamîran Haco pêk dihat, hevdîtin bi wezîrê derve yê Holendî, Birth Konders re kir, bi beşdarbûna serokê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa di wezaretê de Birîcîta Tîzler.
Di dîdarê de behsa rewşa Sûrî ya giştî û ya Kurdî bi taybetî hat kirin, û şandeyê da xuyakirin ku Encumanê redkirina xwe daye ji hin bendên Belgenameya Çarçoveya Cîbicîkirinê re, ya ku vê dawiyê ji hêla desteya Bilind Ya Danûstandinan hat ragihandin, û daxwaza kar û bizavê ji bo serastkirina wê kir, ji bo garantiya Sûriyake demoqratî û firehizbî û fedral.
Her weha şandeyê behsa kiryar û riftarên PYD der mafê Encumanê û endam û alîgirên wê kir, bi taybetî piştî girtina serkirde û kadroyên wê, û berdewamiya wê di siyaseta serkutkirinê de, ku ev kiryarên wan bi nerênî bandora xwe li civaka Kurdî dikin, û behsa giringiya vegera Pêşmergeyên Roj ji bo şerê terorê û berevaniya xaka xwe bikin hat kirin.
Her weha di hevdîtinê de mijara alîkariyên mirovî ji bo deverên kurdî û asta amadebûna desthilata Holendî ji pêşkêşkirina van alîkariyan re hat behs kirin.
Û ji hêla xwe ve wezîrê Holendî tekezî li ser berdewamiya têkiliyan bi Encumana Kurî re kir, ji ber ew xwedan serboreke demoqrasî ya vekirî li ser derve ye, û diyar kir ku Sûriya ber bi guhertinên nêzîk û giring ve diçe, û ewê li gor karîna xwealîkariyê ji deverên Kurdî re pêşkêş bikin.
Û di heman rojê de, şandeya Encuman hevdîtin bi herdû endamên berlemanê Holendî re, birêz Van Bomel ji Partiya Sosyalîst û Fordo Find ji Yekîtiya Xirstyanan kir, û behsa babetên bûrî hat kirin, û şandeyê bersiva hin pisyarên wan yên hebûn dan.
Jêder: Hevbendî