Hadî Elbehra, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, destxweşî da biryara Erebî ya xistina Hizibulaha Libnanê di nav lîsta terorê de.
Elbehra got: gelê Sûriyê li hêviya wê rojê ye ku têde Hevpeymaniya Îslamî asta beşdariya xwe di dijîtiya hemî coreyên terorê li Sûriyê bilindtir bike, li dijî hemû rêxistinên terorîst yên tawanan di derheq xelkê bêguneh de pêk tînin, tevî wan mîlîşiya û çeteyên rêjîma Esed derbas kirine welat, û ji aliyê Îranê tên birêvebirin li deverê, ji bona berjewendiyên xwe û berferhkirina zalbûna xwe û belavkirina giyanê tayifeperestiyê û ramanên tundrew.
Elbehra tekez kir ku nabe civaka navdewletî rêxistinên terorist wek DAÎŞ bibîne û çavê xwe ji rêxistinên terorîst yên din wek Hizibulah ya terorê ya li dijî gelê Sûriyê bikar tîne,û terora wê ya tayifeperistî ji terora DAÎŞê zêdetir bûye bigire.
Elbehra tekezî kir ku pêwîst e hemû aliyên siyasî û mîlîşên wan bizanibin ku êdî nema tê qebûlkirin û nema bêdeng dibin li hember pêşdedana berjewendiyên ne niştimanî û bikaranîna terorê li dijî miletên deverê.
Elbehra balkişand ku mîlîşên Hizibulah bi roleke terorîst û xirabkariyê li deverê radibe, ku hewla têkbirina ewlehî û seqamgeriyê û peydakirina nakokiyên teyîfegerî û olî dide, bi rêka handan û xirabkirin û terorê, ji ber ku ev mîlîşiya hevparê rêjîma Bişar Esed e di kuştina zêdetir ji 300 hezar şehîdî li Sûriyê.
Elbehra destxweşî da viyana xurt ya dewletên kendeva Erebî, der barê derxistina biryarê, nemaze bizavên Erebistana Si’ûdî û dewletên kendeva Erebî ji bona rûbirûbûna pirojê Îranê yê tayîfegerî û xirabkarî li deverê.
Jêder: Hevbendî