Wezareta derve ya Emerîkî li ser zêdegaviyên rêjîmê û hêzên Rûsî di derandina peymana “rawestandina karên dijayetiyê” 52 caran li gora raporta Toreya Sûrî ya mafê mirovan dilgiraniya xwe da diyarkirin.
Roja Çarşembê Berdevkê Wezareta Emerîkî Mark Toner li Waşintonê di kurtegotina xwe ya rojnamevanî ya rojane de got “em dilgiran in ji van êrîşên tang û topên Rêjîmê li dijî sivîlan li nêzîk Laziqiyê û Hums û Hemayê û derdora Şamê li gora raportên ko derketine. ”
Bêtir got: “Em evan raportan jinêz ve dişopînin û em beşdariya wan dikin digel çend endamên koma Navdewletî ya piştgiriya Sûriyê ji wan jî Rûsya û Îran û me ji hemû aliyan xwest ko bi xwe karibin.”
Toreya Sûriyê ya nûçeyan doh Çarşembê got ko ewê 52 zêdegaviyên derandina Peymanê ji hêla Rêjîmê û hevalbendên wê, di roja çaran ya aramiyê de (sêşembê) bûye, Peymana ko roja Şembiya çûyî dest pê kiribû.
Li gora raporta Toreyê, 52 caran derandin hatiye tomarkirin, 19 jê operasiyonên kuştinê ne, û 32 operasiyonên girtinê ne, hêzên Esed pê rabûne.
Berdevkê Wezareta Emerîkî Mark Toner tekezkirina bikaranîna Hêzên Esed ji gaza Kîmawî re red kir, hem got û tekez kir ko welatê wî “bi tundî bikaranîna wan Çekan pirotesto dike . Komîta qedexekirina çekên kîmawî di hemû belgenameyên bikaranîna wan de vekolînê dike.”
Jêder: Acans