Li ser daxuyaniyên Stîvan Dey Mîstora şanderê navdewletî bo Sûriya yê ku hevdîtin ligel rêjîma Esed “bi mifa” ragihand, berêz Xetîb Bedla,Endamê desteya Siyasî ya hevbendiya Niştimaniya Sûriyê tekez kir ku :” şanderê nû yê navdewletî bo Sûriya wê sernekeve di encamdana erkên xwe de û wê têkbiçe wek Mihemed Eldabî û Kofî Enan û Elexder Elîbrahîmî yên ku xwe ji kar vekişandin, heger heman siyasetên şanderên berî xwe dubare bike, yên ku hewl didan ku rêjîma Esed bikişînin maseya diyalok û goftugoyê û çareseriya siyasî bê xistina fişarên rasteqîn li ser rêjîmê”. Herwiha Bedla di hevdîtina xwe ligel nivîsîngeha ragihandina hevbendiyê de da xuyakirin ku:” rêjîma Esed bi hîç çareseriyeka siyasî razî nabe heger bizane ku ew çareserî dê wî jinavê bibe”. herwiha endamê desteya Siyasî pirsyar kir li ser karnameya nû ya Dey Mîstora li ciyawaziyên wê ji daxuyaniya Jînêv1 û danustandinên Jînêv 2 re û amaje kir û got ku:” rêjîma Esed û hevalbendên wê bi mebest Jînêva 2 yê têkşikandin, tevlî ku binyatên wê zelal bûn”. herwiha Bedla daxwaz kir ku :” şanderê nû yê navdewletî pilan û karnameya xwe û çareseriyên Netewên Yekgirtî pêşkêş bike, ku bi tenê li dawiyê hevpeymaniya navdewletî hatiye ragihandin bo rûbirûbûna terorê, bê ku dijberiya terora rêjîma Esed bête behskirin ya ku terora (DAIŞ) peyda û bihêz kiriye. û dît ku :” xuya ye ku Civaka navdewletî rêjîma Esed rawestandiye di cihê wê de û ew nekir hevparê xwe bo dijayetiya terorê, ku hevpeymaniya navnetewî hevpariya wê di operasyonan de ret kir, herwiha li ser erdê jî rêjîmê gelek navçe ji dest dane û bi taybetî piştî jidestdana Elqonêtira ku rêjîma Esed gelek lawaz bûye û dizane ku dawiya wê nêzîk bûye”. Herwiha got: ” Ku rêjîma Esed hewlên şikestî dike bo vegerandina hinekî ji rewatiya xwe bi rêka daxuyanên wê li ser pêdiviya hemahengî ligel bête kirin bo lêdana çeperên (DAIŞ)ê di Sûriya de, lê bersiva Amerîka li ser vê bersivê fermî bû û hat ragihandin ku wê oparesyonan encam bide bê hemahengî ligel bête kirin”. û dazanîn û got ku:” hemû dewlet li ser wê baweriyê ne ku dawiya rêjîma Esed nêzîk bûye, û tirs ketiya nav alîgirên Esed û herwiha peyabûna bihayê lêra Sûrî li hember dolar li herdu rojên bûrî de nîşanek dîtire li ser nêzîkbûna dawiya Esed”. herwiha Dey Mîstora hevdîtina xwe ligel Esed bi “dirêj û pir mifadar” dazanîn û got ku :” biryara 2170 hin tiştên serekî destnîşan kirne, û nûçeya baş ew e ku hemû hest bi pêwîstiya destpêşxeriyeka destnîşankirî dikin derbarê terorê ya bûye gef li ser tevan”. û dazanîn ku ” dijberiya terorê” pêwîstî heye bi ” lezkirina pêvajoya siyasî ya ku dê ber bi rewşek ewlehî ya cuda de biçe û rewşeka baştir bo xêzanên di Sûriya de peyda bike”.
(jêder: Hevbendî).