Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, di rêya “Skype” re îro digel Encûmena xwecihî ya Parêzgeha Helebê piştî fermanberiyeke nû hilbijartin civînek lidar xistin. Hevbendiyê ev pêngav pîroz kir ko hilbijartin û awayê dîmuqratî bikar anîn, ko ev pêncî sal ji desthildariya mala Esed têk çê bû.
Hevbendiyê xweşhaliya xwe bi ezmûneya dîmuqratî ya ko Encûmenê û xizmekariyên wê li herderê Parêzgehê diyar kirin, tev li astengiyan û pirbûna beraberiyan û hem Hevbendiyê doz li Encûmenê kir ko hêj di xizmeta milet de berdewam bike. Hem tekez kir ko serkeftina Şoreşê nêzîk bûye, êdî sebra milet dê nêzîk berhemê bide, nêzîk dê guhastineke siyasî li welat pêk bê û dê têkeve qonaxeke nû ko gotina milet tê de hebe û dê ew birêveberiya welat û desthilatiya wî jî bike.
Hefteya çûyî hilbijartinên gera nû ya Encûmenê li gora biryara wezareta fermanberiya xwecihî ya desthilata demkî çê bûn. Endamên Desteya giştî ya parêzgehê û hejmara wan 354 emdin hatin hilbijartin, her wiha operasiyona hilbijatinan 41 endamên Encûmena parêzgehê hilbijartin.
Endazyar Mihemed Fedîlê bû serok, û Endazyar Ebdulselam Ebdulxefûr wek cîgir, û parêzer Ebdulrezaq Rezûq wek Emîndarê giştî, hatin hilbijartin.
Jêder: Hevbendî