Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, doza civînekê ji koma piştgiriya Sûriyê re (ISSG) kir, dako Esed mecbûrî cîbicîkirina bendên 12 û 13 ji biryara 2254an bikin, yên ko bi başkirina rewşa mirovî ve girêdayî ne, û mîkanîzminan deynin ji bo ew kesên peymana aramiyê binpê kirine siza bibin.
Di hevdîtinekê de digel nûnerên tîma piştgiriya koma hevalên Sûriyê ya abûrî û geşepêdanê li bajarê Xazî Entab, îro sêşembê, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, diyar kir ko hêzên Şoreşê yên siyasî û yên leşkerî helwesteke jidil ji civaka navdewletî daxwaz kirin der barê binpêkirinên Esed yên rojane di derheqê miletê Sûrî de dike.
Elebde destnîşan kir ko dem ji hemû Sûriyan re hestiyar e, bi sedema operasiyona siyasî li Cinêvê û beraberiyên ko têne pêşiya wan, ji ber bombebarana Rêjîmê û berdewamiya dorpêçê û astengiya gihaştina alîkariyên mirovî û redkirina berdana Girtiyan.
Elebde bal kêşand ser ko miletê Sûrî hest dibe ku ew tenê hatiye hiştin, û kirinên civaka navdewletî li ser asta siyasî û rajeyan bi gelekî ji pêdiviyan kêmtir e. û tekez kir ko giring e piştgiriya desthilata Sûrî ya demkî û yekîniya hevrêzkariya piştgiriyê bibe, çimkî ew destên cîbicîkirinê yên Hevbendiya Niştimanî ne, û bi taybetî piştî dubare-avakirina wê ya wê di dema dahatî de bibe.
Jêder: Hevbendî