Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî `Aliya Mensûr ji Desthilata Libnanî xwest” Ji bo Penaberên Sûrî li Libnanê Bi berpirsiyariyên xwe rabin”. Dewam kir: “gerek e Civaka Navnetewî bi lezûbez bilive da alîkariyên lezgîn ji bo Sûriyên li Libnanê yên ko ji ber Bermîlên Elesed reviyane pêşkêş bike.”
Herweha Elmensûr axaftinên Wezîr Cibran bi “bêperpirsyarî û li gora berjewendiyên wî yên kesane ne û dûrî berjewendiyên miletên Sûrî û libnanê ne” Elwezîr di daxuyaniyekê de weha gotibû: “Pirsgirêka Irsalê bi hatina Sûriyan bi bal Libnan, ev sê sal dest pê kiriye û bi taybet gava çekdarên Sûrî di nav wan de bicih bûn.”
Û ji bo evê Mensûr got: “Hûrbînî di gotinên wî de nîn e, û tiştê ko pê rabin jî wê li gora wan axaftinan bin, û wê çareseriyê ji arîşeyên ko gefan li Irsal didin yên ko her du miletan dêşînin wê çareser nebin. Pirsgirêk ne di hebûna Penaberan de ye wek ko Wezîr dibêje, çimkî hebûna wan li wir mafekî rewa ye, mafekî ko hemû Rêkxistinên Navnetewî û Yasayên mafê mirovan daye wan, lê pirsgirêka rasteqîne hebûna çekdarên Hizbullah e ya ko bobelat bi ser Libnan û Sûriyê û Herêmê de anîye.”
Mensûr di hevdîtinê de got: Ev gotinên ko di dermafê milet û Penaberên Sûrî de tên dubare kirin, nayêne pejirandin. Û em ê bînin bîra Wezîr ko wî û Şepêla xwe astengî kirine pêşiya Desthilatê da ko bi berpirsiyariyên xwe ranebe, û me hişyarî ji bo metirsiyên ser me tevan di vê derbarê de da, ev tiştên ko li Libnan dibin encameke bêgumane ji derengiya Desthilata Libnanî û ya Civaka Navnetewî di dîtina çareyekê ji tiroristiya Hizbullah û hevalbendên wê yên Herêmî re.”
Herweha Elmensûr ji desthilata Libmnanê xwest ”giring e ko bi lez Kamp ji Penaberan re çê bibin, û em tînin bîra Wezîr ko xelkên Irsal(rêza me ji wan re heye) pişta birayên xwe yên Sûrî girtin çimkî ew pişta heqiyê digirin, û hem jî zêdegaviyên hinekan ji bo têkbirina bajêr nepejirandin û yên pêşî bûn jî ko beravanî kirin. Xuya dike ko Wezîr ew agahnameyên ji Hevbendiyê û yên ji Artêşa Azad li Qelemûnê derketine nexwendine. Û ew bûn ko ji destpêkê de li Herêmê şerê tiroristiyê kirine. Mixabin hêj Wezîr sûr e ko ji bo berjewendiyên xwe yên kesane rastiyê biguhêre. ”
Jêder: Hevbendî