Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, doz li Koma Navdewletî ya piştgira Sûriyê (ISSG) kir, da Tîmeke kar ya taybet, wek Tîma Kar Ya Karûbarê Mirovî Û Agirbestê, taybet be bi dosya Girtiyan û yên bi kotekî hatine veşartin, ji bo cîbicîkirina benda 12 ji biryara 2254 û li gora temîniyên Komîta vekolînê ya Navdewletî yên ko di 27 Çilê pêşî de sala 2016an derçûne.
Di nameyekê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde, ji Koma Piştgiriya Sûriyê re berî civîna roja sêşembê lidar bikeve şandibû, Tê de dibêje Hevbendî doza têwerdana Xaça sor dike da garantî be ji bo cîbicîkirina peymana navbera Girtiyan û rêjîma Esed de li zindana navendî ya Hemayê çêbûye.
Her wiha Hevbendiyê doza garantiya parastina Girtiyên zindana Hemayê kir, da rêjîm bi çi ziyanê li dijî wan ranebe, Ew dibîne ko kêşeya Girtiyên Hemayê ew wek serê çiyayekî qeşayê ye di dosyake tevlihev û bobelateke mirovî ya berdewam de.
Û tekez kir ku giring e di her lihevkirina siyasî ya çêbobe de, garantî hebin ji bo sizakirina her aliyê berpirsiyar di ber êşkence û lêdan û darvekirinê de. Da şerê çanda rizgarbûn ji sizayê bibe û qonaxeke nû li ser bingeha dad û serweriya yasayê bête damezirandin.
Hevbendiyê doz li Koma Navdewletî kir da fişarê bidin ser Esed da ewî ji dardakirinên bê dadgehkirin vekêşînin, û Dadgeha Tiroristiyê nehêle, û nema bihêlin sivîl li pêşiya dadgehên leşkerî siza bibin.
Her wiha Hevbendî dibîne ko Koma Navdewletî erkê wê ye ko derbasbûna tîmên vekolînê yên navdewletî yên serbixwe hêsan bike, da berdewam derbasî zindanên sivîl û zindanên şaxên ewlekariyê û navendên girtinê yên nehînî bibin.
Hevbendiyê di nameya xwe de got: “dosya Girtiyên Sûrî hestyartirîn dosya mirovî ye, çimkî bi dehhezaran Girtî jiyana xwe rojane ji dest didin bi sedema derengiya karê rastî ji bo dîtina çareyan ji kêşeya wan re.
Em di Hevbendiya Niştimanî de hêviyên xwe di hevalên dilsoz di koma navdewletî ya piştgiriya Sûriyê de dibînin, ji bo daxwazên rewa yên Girtiyên wijdan û nerînê li Sûriyê cîbicî bikin. ”
Jêder: Hevbendî