Adil Elcubêr wezîrê karûbarê derve yê Arebistana Si’ûdî tekez kir ku” Beşar Esed wê dest ji desthilatê berde çi bi çareyek siyasî be an jî bi dare zorê be”, û dît ku “eger Esed berû daxwazên agirbestê ve neyê divê em bi pilana berdêl biramin”.
Ev gotinên wî di hevdîtineke wî de bi hevkûfê wî yê Amerîkî Con Kêrî re duh sêşembê li Viyênayê piştî bidawîbûna kongireyê Viyêna yê der barê Sûriyê hatin.
Û Elcûbêr got ku wê giring be behsa karên berdêl bibe, eger Esed nealîkar be di hewldanên ji bo gihiştina agirbestekê li seranserî welat, û weha jî got:”Arebistana Si’ûdî di wê baweriyê de ye ku gerek bû me ji zûve pilana berdêl bikar anîba, û tekez kir ku eger ew ne erênî be bi lihevhatinên civaka navdewletî re, wê çaxê wê bê dîtin ku divê em çi bikin.
Û Kêrî di dawiya civata “Girûpa Navdewletî Ji Bo Piştgiriya Sûriyê” de, eşkera kir ku Girûp bizavê dike ji bo destpêkirina qonaxa veguhêz li Sûriyê, di destpêka heyva tebaxa bê de, lê ev tişt pêwîstiya wê bi pêşketinên di danûstandina de heye.
Û Kêrî tekezî li ser karê bi hevparên din re kir, ji bo rawestandina karên çekdarî bibe agirbesteke herdemî, lê rêkeftinek hat ragihandin der barê mîkanîzmeke teknîkî ji bo destnîşankirina aliyên agirbestê binpê dikin, ji bo bidûrxistina wan aliyan ji agirbestê.
Lê wezîrê karûbarê derve yê Ferensayê Can Mark Ayrolt, pêşbîn kir ku wê gera nû ya danûstandinan, di destpêka heyva hezîrana bê de dest pê bike.
Jêder:Hevbendî+ Acans