Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Cabir Zi´eyin daxwaz ji xelkên gundê Eldama û yên derdora wê kir ko: “Ha ji xwe hebin û ji tevliheviyan re hişyar bin û bi yekîtiya netewî pabend bin, rê nedin dûvikên Rêjîmê ko navbera xelkên Deştê û Çiya yên ko mîna birayên hevûdu ne xerab bikin. Çendîn caran Rêjîmê hewl daye ko nakokiyan di navbera wan gur bike da Desthilatiya xwe bêtir biçesipîne.”
Herweha Zi´eyin ji herdu aliyan xwest ko “Herdem pirsgirêkên xwe bi hişmendî çareser bikin, guh nedin dengên cudabûnê dixwazin da navbera Sûriyan xerab bibe û rûxandina Rêjîmê jibîr bikin.”
Desteya Civakî ya Karê Niştimanî li Siwêda ew nakokiyên ko di navbera kufletên malekê de çê bûne protesto dike û di agahnameyekê de belav kir û têde Esed tometbar kir dibêje “Ew nezanên ko tiştekî ji hişyarkirina nakokiyan pêve nizanin, û zaroyên yek Malbatê li Horana Deşt û Çiya û Lucatê li hev sor dikin.”
Desteyê bangewazî da kesên ew weha salix dan: “Rewşenbîrên xwedî wijdanê niştimanî yê pak ji herdu aliyan, hişyar bin û bi hişmendî çareseriya nakokiyê bikin, çimkî eger ji dest we derket wê gelacî xurtir bibe û emê hemû têk biçin.
Û wê di navbera zaroyên her du aliyan de zikreşî û kînê bihêle, û em tev dizanin ko xwîn û tolhildan paşerojeke nediyar dest nîşan dikin.”
Zi´eyin axaftina xwe ji Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî re wisa bidawî kir: “Cihê mixabiniyê ye ko Sûriya bûyerên wisa bibîne, ji dêvla ko em hemû yek dest bin li dijî Rêjîma ko ew makdera hemû nakokiyan e.”
Jêder: Hevbendî