Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji girûpa piştgiriya navdewletî (ISSG), daxwaza danîna demek destnîşankirî ji bo rakirina dorpêçkirina li ser navçeyên dorpêçkirî bi yekcarî kir, û herwiha daxwaza derbaskirina alîkariyan û pilaneka têr û tesel ji bona serbestberdana girtiyan kir.
Îro çarşemê, di hevdîtinekê de di navbera desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û nûnerên dostên Sûriyê de, ji bona behskirina heryek ji piroseya siyasî ya li Jinêvê û rêkeftina rawestandina karên dijminkarî. endamên desteya siyasî daxwaza destnîşankirina aliyê berpirs di ber berbestkirina pêvejoya siyasî kirin, tevî daxwaza dadgehkirina encamderên binpêkirinan.
ji aliyê xwe ve nûnerên dostên gelê Sûriyê, têgihiştina xwe ji biryara desteya bilind re ya der barê helawîstina beşdarbûna xwe di danustandinên Jinêvê de diyar kirin, ew helawîstina bi sedema berdewamiya rêjîma Esed li ser binpêkirinan û qedexekirina gihiştina alîkariyan û redkirina serbestberdana girtiyan, û zêdebûna komelkujiyên hevdem digel destpêkirina gerên danustandinê de.
Herdu alî hatin li ser behsa navçeya tampo ya ku şîretkara Almanî Ancêla Mêrkel anî rojevê, di dema serdana xwe de bo kampên penaberên Sûriyê li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, bi hevalîniya heryek ji serokwezîrên Tirkiyê Ehmed Dawûd Oglo, û şanda Hevbendiya Niştimanî û desteya bilind ya danstandinan.
Desteya siyasî di dawiya hevdîtinê de kurtiyek pêşkêş kir li ser karnameya civîna desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya ku wê sibe roja pêncşemê destpê bike, têde wê kabîneyek nû ya Hikûmeta Demkî çêbibe, ji bo kar li navçeyên rizgarkirî bike, û bi pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo nişteciyên wan navçeyan rabe, tevî zêdekirina rêjeya nûnerayetiya jinan di Hevbendiyê de, û tevlîkirina hejmarek ji hêzên leşkerî û şoreşgerî di nav rêzên Hevbendiyê de.
Jêder: Hevbendî