Îro çarşembê 27.04.2016 Şandeke Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, bi nûnerîtiya her yek ji serokê Encûmenê birêz Ibrahîm Biro û Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştimanî û yên Derve birêz Kamîran Haco, digel Komîta Peywendiyên Derve ya Firensî bi serokatiya xanim Elsabeth Guigou, û bi amadebûna Nûnerekî ji Komîta berevaniyê û 23 Cîgiran civiya.
Şandeyê rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî gotûbêj kir, hem jî li ser pêvajoya dawî ya danûstandinên Cinêvê axivîn. û tekez kirin ko rewşa jiyanê û ya ewlekariyê li Herêmên Kurdî bi şêweyekî lezgîn têk diçe. Her weha gotûbêj li ser giringiya hatina Pêşmergeyên Kurdên Sûriyê bo welat da bi erkê xwe yê niştimanî û berevaniya Herêmên xwe rabin û tiroristiyê têk bibin.
Perlemanterên Firensî Ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe bi hatina Şanda Encûmena Kurdî, her weha bi pêzanînên ko pêşkêş kirine diyar kirin, aliyê Firensî tekez kir ku ew ê têkiliyê bi wezareta derve ya Firensî re bike, da piştgirî û alîkariya Encûmena Kurdî Sûrî bike, çimkî ew hêzeke Operasiyona Sûrî ya dîmuqratîk û miyanrê ye. hem jî dibîne ko berdewamiya Encûmenê di danûstandinên Cinêvê de mijareke giring e, hem jî mixabiniya xwe bi parçebûna yekrêziya Kurdan diyar kir.
Ji aliyê xwe ve nûnerê komîta berevaniyê, tekezî kir li ser babeta Pêşmergan û berdewamiya peywendiyê bi wezareta derve ya Firensî re, û hem jî karîna amadekirina hevdîtinekê digel wezareta berevaniyê ji bo vê mijarê.
Jêder: Şanda Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê