Girûpeke çekdarên rûgirtî Navenda radiyoya Arta FM li bajarê Amûdê, sêşemê 26-4-2016 êvarî, şewitand.
Girûpê bi gefa çek, rêveberê radiyoyê Mihemed Hesen (Sefqan) neçar kir ku dozê li pasvanan bike da dergehê avahiya radiyoyê vekin, li gor tekeziya peyamnêrê malpera me yê diyar kir ku wê girûpê pasvan girêdan û agir bi odeya weşana zindî xistin.
Rûpela Arta FM li ser Facebookê, hêzên çekdar yên bi ser rêveberya xweser ya Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD bi şewatê tewanbar kirin,
Her wiha rûpela Radiyoyê ragihand ku karmendên wê sazxlem in, lê tevaya alavên weşanê hatin şewitandin.
Tê zanîn ku gef û fişarên PYD li ser alavên ragihindinê û alîgirên ENKS û çalakvanên Siyasî û rojnamevanan zêde dibin.
Jêder: Hevbendî