Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xetîb Bedle got ”Kuştarên ko Rêkxistina “Daiş” ya tirorist di dermafê miletê Sûriyê de dike û ya dawî di dermafê 20 kesan ji Gundê Elşeîtat li Dêra Zorê” û daxwaz kir Da Civaka Navnetewî destêwerdanê bikin da derdkêşiya Miletê Sûrî bidawî bikin.
Ev miletê ko beraberiya tiroristiya Rêjîma Elesed û Çeteyên milîperest yên piştgirên wî dikin, û ji aliyê din ve Rêkxistina “Daiş” hemû cûreyên setem û kuştinê dike. ”
Bedle matbûna xwe da xuya kirin di hevdîtina xwe ya di Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê de “karkieina Civaka Navnetewî ku li Îraqê şerê Daiş bike, û doh êrîşkirina ser Da´iş li Îraqê ragihandin, lê çavên xwe ji kuştarên Daiş li sûriyê li dijî milet û Şoreşgeran dike digire? ”
Û Rêjîmê di cenga xwe de ya ji bo tunekirina milet pir jê sûde girt û Endamê Desteya Siyasî pirsiyar kir: “Gelo Civaka Navnetewî Rêkxistina Daiş li Îraqê tIrorist dibîne û li Sûriyê ewê aştîxwaz û Berxikekî mêşen dibîne?”
Dîsa got: “Ji erkên Civaka Navnetewî ye ko arîşeya evê Rêkxistina tirorist ya ko Rêjîma Sûrî ew xurt kir çareser bike, û piştgiriya Artêşa Azad bike û hem jî ew berpirsyariya cenga li ser Daişê hilgire û li dijî Rêjîma Elesed û çeteyên Hizbullah û çeteyên Iraqî yên piştgiriya wî dikin biraweste”
Bedle hişyarî da çimkî “Dewleta Îraq û Şam” fireh dibe, endamê Desteya Siyasî dît ko :”Metirsiya Rêkxistina Daiş sînoran derbas dike, wê şerê hemû aliyên ko di rûyê wan de birawestin bikin û wê Dewleta xwe ava bikin, ew dixwazin miletê Sûrî û miletên Herêmê li serdemên tariyê vegerînin.”
Berî du rojan Hevbendiya Niştimanî agahnameyek da bi hewldanên Daişê yên ko rojane êrîşî bajarê Hesekê dike li bakur rojhilat ê Sûriyê û ew jî di planên wê de ne ko gelek xakê têke bin destê xwe de û ramana xwe bi kotekî têke serê milet de û hem jî olên piçûk bîne ser rêka xwe ya ramantarî û wan ji ola wan derxîne.
Hevbendiyê tekez kir: “Ev pêngav metirsiyeke mezin e li ser aştiya milî li bajarê Hesekê, yê ko hemerengiyek olî û milî tê de heye û Rêkxistin dixwaze tiştê ko li Reqayê kirine heman kirdeyan li Hesekê jî bike wek çawa Siryan, Aşûrî û kiristiyanî ji bajarê Mûsilê qewirandin, û hem jî destdirêjî û ziyanên ko li Êzîdiyên Çiyayê Şingalê li Iraqê kirin û bobelatên li Herêma gundê Dêra Zorê û destêwirdana rojane ko di dermafê Kurdan de li Kobanî dikin.”
Jêder: Hevbendî