Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Albehraêrîşên dijminane yên Israyilê li ser Xeza-Filestînê protesto dike –Di Ragihandineke Rojnamevanî de- Dagîrkerên Israyîlê operasiyoneke bejî li ser bajarê Xeza kirin, Albehra got: Ev êrîşên dijminane aşkere sosret in.
Herweha bi tekûzî protesto kir”berdewamkirina Artêşa Israyîlê bombebarabkirina malên Filestîniyan bi cûreyekî tund, û bi tawankarî û kuştaran rabû di encam de ji destpêka bûyerên dawî 250 hevwelatî hatin kuştin”
“Albehra berdewam kir, got: Ez bi navê xwe û bi navê Gelê Sûrî, ji birayên xwe li Xeza re dibêjim cenga me ji bo azadî û rûmetê cengek mezin e, û xwegiriya we bi dehên salan nerîna miletan guherî di liberxwedanî û hêza tekoşînê ji bo azadiyê, hûn xwedan maf û xak in, û ev şêst sal e êdî ji mafê we ye nuha hemû mafê xwe qezenc bikin û aştiya tevayî misogir bibe,
Û ev gerînoka tundûtûjiyê bidawî bibe û Herêm aram bibe û her xwedî mafekî bigihêje mafê xwe”
Albehra da xuyakirin ko Sûrî:”Tev li hemû astengiyên ko tê re dibuhurin ji dilê taxên ko Rêjîmê ew wêran kirine dengê xwe bilind kirin ji bo birayên xwe yên li Xeza re û li kêleka xelkên wê rawestiyan, herweha piştgiriya xwe ji mafê Gelê Filestînê re wek hemû miletên cîhanê di azadî, dad û rûmetê de dan xuyakirin”
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko: “Hîç nabe ko Civaka Navnetewî ji tiştên ko li Felestînê çê dibin çavên xwe bigire, û bi cûreyekî lezgîn gerek bilive da evan êrîşên hovne yên Israyîlê li ser Gelê Filestînê birawestîne. ”
Herweha pêdiviya ko Civaka Navnetewî karekî bike dest nîşan kir:”Gerek alavine praktîkî û rasteqînî deyne da hemû cûreyên tundûtûjiyan li dijî sivîlên Filestînî û Sûrî û yên Herêmê bi tevayî qedexe bike, û rê li ber miletan veke da dîtinên xwe di azadî û rûmetê de misogir bikin.”
Herweha Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Bedir Camûs ev êrîşên leşkerî yên li ser xakê, artêşa Israyîlê da ser Herêma Xeza protesto kir , û piştgiriya xwe ji Gelê Filestînî re da xuyakirin, û piştgiriya Hevbendiyê ya tekûz ji wan re heta mafên xwe yên rewa li gora biryarên Navnetewî bistînin.
Camûs got: “Gelê Filestînî li Xeza xurt û berxwedar e wek berê jî em hîn kirine û wê alava tundiya Israyîlê têk biçe.”
Jêder: Hevbendî