Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Xalid Xoce şermezarkirina xwe ji bo êrîşên tiroristî ku şeva înê/şemiyê bi ser Parîsê paytexta Firensa de hatine anî ziman, û di nav wan de jî girtina “girawan” û kuştina wan.
Xoce piştgiriya Hevbendiyê bi miletê Firensî yê dost re di riwê van êrîşan de û sekina milletê Sûrî yê ku êş û azara tirora rejîma Esed û Daiş dikşîne li rex wî tekez kir,herweha ser pirsiyariya Civaka Navdewletî di nehêlana tirorê ji kokê de tekez kir, di nav de jî rejîmên ku wan xwedî dikin û piştgiriya wan dikin, di pêşî de rejîma Beşarê Esed.
Xoce nameyek sersaxiyê ji Serokê Firensî Firanswa Holand re şand, tê de li ser berdewamiya bi hev re di şerê tirorê bi hemû cureyên wê tekez kir, û got milletê Sûrî xweş kirêtiya kuştin, revandin, û tirorê dinase, û bi taybet opersyonên ku aramî û ewlehiyê armanc dikin.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Hişam Merwa ji dewletên ku şerê tirorê dikin xwest ku di pêkanîna veguheztina siyasî de li Sûryayê bilezînin, û dît ku rejîma fermandariyek nû ji pêkanîna desteyek fermandar û veguhêz bi hemû desthilatiyên xwe destpê dike, û ew e ya ku dikare aramî û ewlehyê pêk bîne û tirorê bidawî bike.
Jêder: Hevbendî