Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Hewas Xelîl, diyar kir ko Rêjîma Esed tiroristiya dewletê birêve dibe bi wan kuştarên ko di derheqê sivîlan û nexweşxanan de li bajarê Helebê dike, û dibîne ko ew tawankariyên cengê û yên li dijî mirovantiyê ne, dako sivîlan bitirsîne û wan neçarî bêdengiyê bike.
Her weha Xelîl di daxuyaniyeke taybet de got ko bombebarana rêbazkirî ji nexweşxanan re ya ko Rêjîma Esed dike, û gihaştina alîkariyan bo Herêmên dorpêçkirî asteng dike, û Girtiyan bernade, ne tenê operasiyona siyasî têk dibe, belê dide xuyakirin ko şirîkekî rastîn ji bo danûstandinan nîn e.
Her wiha Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kî Mon, di gotina xwe ya li pêşiya Encûmena Ewlekariyê de, doh sêşembê, di rûniştiştineke berfireh de ji bo parastina sivîlan û guhdana bi tendiristiyê di nakokiyên çekdar de, destnîşan kir ko rewşa tunebûna rajeyên bijîşkî parek ji piştguhkirina yasaya navdewletî ye.
Û weha jî got: “bi berdewambûna dagirtina asmanê –Helebê û deverin din bi bermîlên teqîner û agirê topan, gerek em tevde kar bikin da peymana Rawestandina Kirdeyên Dijminkarî rizgar bikin. Ev mijar pir giring e ji bo rizgarkirina mirovan, û hiştina rasteqîniya operasiyona siyasî û diristiya Encûmena Ewlekariyê bi xew jî.”
Bal kêşand ser ko bijîşkan bêtir ji 360 zêdegavî li ser bargehên bijîşkî û hem kuştina 730 karmendên bijîşkî belgeh kirine. Û diyar kir ko nuha nêzîk nîvê navendên bijîşkî li Sûriyê girtî ne an jî hinekî kar dikin.
û tekez kir ko hêzên Esed alkariyên bijîşkî ji karwanên alîkariyan bi awayekî rêbazkirî radikin, her wiha pêrabûnên aloz dike pêşiya guhdana tendiristiyê, û dibîne ko ev “xeniqandinek bi şirîteke sor e.” ew tundûtûjiyeke bîroqiratiyê ye ji dêvla ko çekan bikar bîne lê ew kuştin bi xwe ye.
Encûmena Ewlekariyê bi piraniya dengan biryara 2286an ya ji bo parastina sivîlan di dema nakokiyên çekdarî de û guhdana tendiristî derxsitin.
Jêder: Hevbendî