Fesîleyên “Odeya Operasyonên Fetih Heleb“, hêzên rêjîma Esed bi topbarankirina nexweşxaneya “El-Zebît” ya zarokan, ya ku li nava deverên li jêr kontrola rêjîmê ji bajarê Helebê ye tawanbar kirin, û daxwaz ji desteyên lêpirsînê yên navdewletî kirin, ku serdana herdu nexweşxaneyên “El-Sikerî”û “El-Zebît” bikin, ji bo belgekirina vê tawanê.
Daxuyaniya Fesîleyan duh, diyar kir ku “Hêzên rêjîmê, nexweşxaneya El-Zebît li taxên Helebê yên rojava kirin armanc, tenê ji bo tuhmetkirina Fesîleyên Şoreşê bi vê yekê, ji bo ku vê yekê bike sîwan ji komkujiyên xwe yên berdewam re li bajarê Helebê”.
Daxuyaniyê tuhmeta topbarankirina nexweşxaneyê ji aliyê Artêşa Azad ve nefî kir, û tekez kir ku kesê li cihê nexweşxaneyê û ciyografiya bajêr û nexşeyên cebheyan temaşe kiriye, dibîne ku wêneyên ku medyaya rêjîmê belav kirine, boçûnên wan li ser vê yekê derwîn derdixe.
Daxuyaniyê lêzêde kir:”Erkê Artêşa Azad ji destpêkê hilgirtina çekan ve ew bû parastina sivîlan ji komkujiyên ku rêjîma Esed pêk tîne“, û tekez kir ku Artêşa Azad li ser wê yekê kar dike ku sivîlan dûrî şer bixe, û hemû tedbîran distîne ji bo nehiştina ziyanan di nav wan de, û kesê ku sivikatiyê bi parastina wan dike rastî sizakirinê ji aliyê Artêşa Azad ve tê, û diyar kir ku armanckirina cihên rêjîmê li cebheyan tenê girêdayî pêwîstiya leşkerî ye.
Jêder: Simart.