Hevrêzkarê Desteya bala ya danûstendinan Riyad Hicab, diyar kir ku danûsitendinên Cinêvê yên ji bo Sûriyê gihan rêyeke girtî, bi sedema serhişkiya Rêjîma Esed û redkirina gengeşekirina Desteya Desthilatdar ya veguhêz, ya ko di daxuyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekaruiyê 2254 de hatiye.
Hicab berî gotûbêjên Berlînê digel wezîrên derve yê Elmanî û Firensî got:“ em tucarî kêşeya desthilateke berfireh an veguhêz li gora Rêjîma Esed dibêje napejirînin.” Û Tekez kir ko çi çareseriya siyasî bi hebûna Esed re li Sûriyê nîn e, divê pabendî bi biryarên navdewletî hebe, bi damezirandina Desteya Desthilatdara veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê ko cihê Esed û peyayên wî ,yên ko destên wan bi xwîna miletê Sûrî sor bûne, tê de tune be.
Hicab doz kir ko li hemû aliyên Sûriyê agirbest pêk bê, û ne tenê bi peymanên demkî li hin derveran wek ko nuha dibe.
Opozisyon destpêşxeriyeke nû dixwaze ko planeke demdiyar ji bo veguhêza siyasî binimîne” bêyî hebûna Esed û simbolên rêjîma wî”
Wezîrê Firensî “Can Mark Ayro” berpirsiyariya tekûz da ser rêjîma Esed ko aramî li Helebê têk bir.
Hevalê wî yê Elmanî Firank Ştaynmar ji Rojnamevanan re got”ez bawer im hemû dizanin û gihane baweriyekê ko lêveger li danûstandinên siyasî nîn e eger li Helebê û derdorên wê rêza aramiyê neyête girtin. ”
Berî niha jî “Ayro” bal kêşandibû ser ko Firensa dixwaze wezîrên dewletên piştgiriya alayên Şoreşa Sûrî dikin, vexwîne ji bo civînekê li Parîsê, roja Duşemba , da çareyekê ji sarbûna siyasî û leşkerî ya li Sûriyê re bibînin.
Jêder: Acans