Komkara Erebî kiryarên rêjîma Esed yên hovane li dijî sivîlên Helebê û gundewarê wê û dijî tevaya xelkê Sûriyê şermezar kir, û kuştarên Esed li Helebê û li hin navçeyên din bi binpêkirina yasa mirovî ya navdewletî pejirand.
Ev yek hat duhî, roja çarşemê, di miyanê civîna komkara Erebî de li ser astê nûneran, li ser daxwaza Qeterê ji bona gengeşekirina rewşa bajarê Helebê.
Û komkarê biryar da li ser divê” kar bikin ji bona pêşkêşkirina herkesê beşdarî di van êrîşên hovane li dijî sivîlên bêguh yên Helebê û bajarên Sûriyê yên din kirine, ji dadgeha navdewletî re”. Herwiha şermazkirina rêxistinên terorîst mîna DAÎŞ û kiryarên wan di derheqê xelkê Sûriyê de.
Li aliyek din Komkara Erebî gazî li rêxistinên hawarhatina mirovî yên erebî û yên navnetewî kir, ji bo “pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bilez bo hemû koçber û penaberên Sûriyê”.
Tê zanîn ku bajarê Helebê ev bêhtir ji deh rojan e, rastî oparisyonên leşkerî û kuştarên hovane ji aliyê firokên Esed û Rûsiya dibe, û di encamê de bêhtir ji 285 sivîlî hatine kuştin, di nav wan de nêzîkî 57 zarok hene.
Herwiha duhî endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Hewas Xelîl diyar kir ku rêjîma Esed serkêşiya terorîzma dewletê dike, bi rêka komelkujiyan li dijî xelkê bajarê Helebê, û armanckirina nexweşxaneyan, hevdem ev yek bi tawanên şer û yên dijemirov pesend kir, ku tên bi hewla tirsandina sivîlan û neçarkirina wan li ser bêdengî û serşorkirinê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat