Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Dr. Nesir Elherîrî ger û serdana meydanî ji bo bajarê Xazî Entab û Reyhaniyê û çend bajarên din li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê bidawî kir.
Programê serdanê yê ko ji 05.08.2014an dest pê kir û çar rojan ma, çend hevdîtin bi Encûmenên Xwecihî, Kombenda Sûrî Azad, Desthilata Demkî, Çalakvanin ji Rrqayê, Yekîtiya Karker û Pîşesazên Azad, Serperiştên çend Lekên Leşkerî û nûnerên wan li Reyhaniyê û Kampa Ebaydîn ya Leşkeran ku li wêde Efser û Efser-rêz û çalakvanên sivîl dîtin.
Di hevdîtina xwe de Elherîrî bi Kartêkerên Sivîlên Sûrî li Entakya, li arîşe û pêşinyarên wan guhdarî kir û wan jî çand pêngavên ko pê rabûne ji bo damezirandina Encûmena Revendên li Herêmê jê re şirove kirin, û rola ko pê radibin ji bo parastina peywendiyan bi miletê tirk re yên bûne himbêzgehek ji penaberên Sûrî re.
Herweha Hevbendiya Niştimanî di hevdîtinên xwe yên peyapey digel Xelkên Sûrî hewl dide ku Encûmena Revenda Sûrî yên derveyî Kampan, li Entakya, Reyhaniyê û Qerexan damezirîne, di pêngavekê de ko sûde ji hemû Endamên Revendê bibe û hem jî hişyarkirina wan bi maf û erkên wan û alîkariya wan bikin ko helwestên miletê Tirkiyê bi bal xwe ve bînin,û hertiştî rêxistin bikin û alîkariyên rêvebirinî ê yên yasayî pêşkêş bikin da bi Hevbendiyê û dezgehên wê re ji aliyekî ve û ji aliyê din digel Desthilta Tirkiyê ya mêvandara xelkên Sûriyê danûstandinê bikin.
Jêder : Hevbendî