Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr berfirehbûna Daişê û bidestxistina gelek bajaran li bakurî Helebê weha anî ziman“Tiştekî pir metirsîdare, û zingilê tiroristiyê li ber guhê Dewletên cîhanê û hevalên gelê Sûriyê lê dide”.
Elemîr got:”Ev derbasbûna Daişiyan Gundên Bakurî Helebê tiştekî pêşbînkirî bû, çimkî dema hêzên Elesed Tîpa 17an û Alaya 93an û hin navendên leşkerî yên hestiyar û giring li Herêma Rojhilatê radestî rêkxistina Daişê kirin, ew nîşanek bû, ko wê rêjîma Elesed evê Rêkxistinê bi hêztir bike, bi radestkirina cîgehên leşkerî yên giring li herêma Rojhilat bi mebesta ko li herêmên ji dest rêjîmê derketine li dijî Artêşa Azad ji dêvla rêjîmê ve şer bike”
Elemîr ji helwesta navnetewî matmayî dimîne û dibêje: “Ev helwest bêencame û tu sînorî ji tiroristiyê re danayne, gava ko sûr bin li ser parparkirina çareseriyê, tiroristî li herêmê bi tevayî bi hev ve girêdayî ye, hîç bi hiştina cihekî û bi piştgiriya cihê din tiroristî tune nabe” weha berdewan kir: “Emerîka û Civaka Navnetewî gavine lezgîn davêjin da rê li ber berfirehbûna Rêkxistina Daişê li Iraqê bigirin, bi şêweyê siyasî û hem jî yê leşkerî, lê ji aliyê Sûrî ve helwesteke pir neyînî standine, Sûriya ketiye ber tiroristiya Rêjîmê û Rêkxistinên tundrew pevre , tev ko Artêşa Azad amade ye ko Rêkxistina Daişê ji kok ve hil bike, lê hêj li benda piştgiriya Navnetewî ye”
Herweha Elemîr got: “Daiş nexweşiyek e ketiye laşê sûryê de sedema vê nexweşiyê rêjêma Esede eger em bixwazin vê nexweşiyê nehêlin dive şerê dijî Daiş û yê ruxandin rijêma diktator bihevre bê kirin“
Herweha li ser pirbûna tiroristiya rêkxistinên tundrew got: “Sedema Pirbûna evan rêkxistinên tirorist li herêma rojhilat ya Erebî ewe derengiya dewletên cihanê di hilkirina tiroristiya rêjîma Elesed de. Rêjîma ko miletê xwe kuşt, ew miletê ko tenê doza azadiya xwe û têkbirina çeteyên desthilat li ser biryara dewletê kir. ”
Jêder: Hevbendî