Balyozê Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Elmanya Besam Ebdullah ji Sûriyên ko li wir rûniştîne xwest”Belgekirina çi rewş û arîşeyên ko têne pêşiya wan li Pêmayên Qunsilxaneya Rêjîma Elesed li Berlînê mîna nûkirina pasportê an çi belgeyên sivîl yên din û şandina wan belgeyan bi bal Balyozxaneya Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Berlînê.”
Ebdullah da xuya kirin ko: “Ew rewş û arîşeyên ko Qunsilxane dike tevde dê bêne belgehkirin û ji Desthilata Elmanî re bêne pêşkêşkirin. di planeke tekûz û giştî de, da em doza guhastina hemû karûbarên di destê Qunsilxaneyê de bi bal Balyozxaneya Hevbendiyê li Berlînê bikin”
Herweha Balyozê Hevbendiyê got: “Em bang li we hemûyan dikin û dudiliyê di şandina bûyeran de nekin, çi tiştê ko bi we re çê bibe ji me re bişînin, an bi telefênê me agahdar bikin, heta ji we bê bila belegekirî bin.”
Û tekez kir ko Balyozxane: “Wê raporteke tekûz ji Wezareta karûbarê derve ya Elmanî re pêşkêş bike û herweha ji Yekîtiya Ewropî re ji bo evan bûyînan di du mehên berî kongirê navnetewî yê ko di payîza bê de ji bo Sûriyê lidar bikeve. Di evê demê de wê tîmeke tekûz rahênan bibe ku ji Dezgehên sivîl yên Elmanî tê piştgirîkirin da karibin bi evan karûbaran rabin.”
Nivîsgeha Hevbendiyê li Berlînê ev navûnîşan anîne ji bo peywndiyan:
E.Mail
Email: [email protected]
Email: [email protected]
Navnîşan:
Syrische Nationalkoalition
Syrische Nationalkoalition
Chausseestr. 101
10115 Berlin
Jêder: Hevbendî