Êsrîn Gazîn rêvebera cêbicêkar ya programê xwarinan yê navnetewî tekez kir ku; hêzên asyişên rêjîma Esed “astengiyan têxin li pêş gihandin û pêşkêş kirina xwarinê bo tevahiya kesên pêdivîdar”. herwiha Kazîn pesin da karwanên alîkariyan yên “gihane mezintirîn hijmar ji kesan”, ewjî bi saye rêxweşiya derfeta gihandinê bi rêka sînor bo deverên derveyî kontrola hêzên Beşar Esed, û amaje bi biryara navdewletî kir ya ji bal Encûmena Ewlekariyê derket ya ku ferman da bi derbaskirina alîkariyan bo dorpêçkiryan bê pejrandina rêjîma Esed, li gor daxuyaniya “Navenda Netewên Yekgirtî” ya îro hatî weşandin di malpera wê ya fermî de. herwiha Hevbendiya Nîştimaniya Sûrî berî niha parastina Artêşa Azad bo karwanên Netewên yekgirtî yên ku ji Ordin derbasî Sûriyê bûn bilin nirxand, û Mihemed Qedah cîgirê serokê Hevbendiyê got ku:”biryaradana van helwîstên bi vî şêweyî ne tiştek nû ye li ser siyaseta artêşa Azad ji destpêka damezrandina wê û heta niha, ku ev helwîsta berpirsyar guncayî ye bi pêvajoya nîştimanî ya artêşa Azad ji aliyekî ve û ji aliyekî din kiryarên pilankirî yên qedexekirina alîkariyên mirovî ji bal hêzên rêjîmê aşkera dike, li jêr bihaneya metirsiya derbasbûna teroristan !”. û ew “binpêkirinek xuya ye ji biryarên navdewletî û peymanên mafên mirov e”. û Êsrîn Kazîn, li dawiya serdana xwe de ya li Sûriya bo mawê yek rojê, daxuyaniyek da û got:” ku pirogramê alîkariyan pêdivî bi hemû alavên berdest heye bo gihandina xwarinê bo xêzanên hewcedar li tevahiya deverên Sûriyê “, û amaje kir ku” gihandina alîkariyan bo hin navçeyan nabe bê ku di deverên şer re derbasbin, û hin navçe hene tenê di riya derbaskirina sînoran re alîkarî dighê wan”. berî niha jî Qedah di daxuyaniyeka taybet de bo nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê ev tişt dupat kir û got:” tevlî ku derbaskirina van alîkariyan gaveke durist e, lê rewşa nexweş ya ku Sûrî têde dijîn, pêdivî bi gelek alîkariyan heye da ku wan ji vê sosertê rizgar bikin.û gerek e Civaka navdewletî zanibe ku pêşkêşkirina alîkariyan tenê dikeve warê mirvî de,lê gava rast ya ku nehêlr ev qeyrana mirovî mezintir bibe,ewe derkirina biryareke xurt ku karibe rijêmê siza bike li ser kiryarên wê yên xwînxwarî ne tenê dijî sûriyan lê belê dijî mirovahiyê tevî”.
Jêder: Hevbendî