Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir, ku di misogerkirina veguhêza siyasî ya giştî de, tu kes nikare viyana miletê Sûrî jê bibe, û got gerek danûstandin bêtir li ser daxwazên miletê Sûrî bin, ne ji bo razîbûna Esed û hevalbendên wî bin.
Di civîna awarte ya Hevbendiya Niştimanî de ya ku roja Çarşembê çê bû û dê heta 28 evê heyvê berdewam be, endamê desteya siyasî Fûad Elîko got: Gerek danûstandin bêtir li ser daxwazên miletê Sûrî bin, ne ji bo razîbûna dîktatorekî bin, ku dewletin dixwazin Sûriyê dagîr bikin piştgiriya wî dikin.
Elîko destnîşan kir ku miletê Sûrî “hêjî derdikeve xwepêşindanan û doza koçkirina Esed dike, doza azadî û rûmetê dike, divê ev lê bête nerîn û ne ji bo razîbûna Rêjîma Esed yê dictator be, yê ku dora 400 hezar kes kuştin û 13 milyon mirov perîşan kirin. ”
Elîko diyar kir ku Rêjîma Esed tu tiştî ji bo piştgiriya operasiyona siyasî pêşkêş nake, lê astengiyan datîne pêşiya gihandina alîkariyan ji bo herêmên dorpêçkirî, û berdana Girtiyan red dike, û êrîşên leşkerî li dijî sivîlan bêtir dike.
Jêder: Hevbendî