Çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ve, îro Şemîyê 23Nîsanê, ofîsa partiya Yekîtî ya kurd li Sûrî û ya partiya Dîmuqratî Kurdistanî- Sûriya li bajarokê Tiltemir girtin, bi behaneya ku wan rêdan wernegirtine.
çekdar bi çekên xwe derbasî herdû ofîsa bûn, li gor tekeziya Cîhad Eyûb endamê xwecihiya Tiltemir ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve ji malpera mere, û got” hêzên PYD bê ku rêveberiya herdû ofîsan agahdar bike doza girtinê li wan kir, bi tenê ji wan re gotin divê li gor biryara esaiyşa giştî herdû ofîs bêne girtin”.
Eyûb balkişand ku ev kiryarên PYD di demekê de tên ku pêwistiya me bi yekrêziyê heye, lê diyare ku PYD ne xwedî biryare û li gor biryarên rêjîmê gavan davêje, û dibe ku ev yek ji encamên rêkeftina ku di navbera rêjîmê û PYDê de be, ya ku roja bûrî li balafirxaneya Qamişlo hate emze kirin.
her wiha endamê xwecihiya ENKS ragihand ku PYD hewl dide ku jiyana siyasî li herêmê bi dawî bike.
Tê zanîn ku ev cara duyemîn e ku çekdarên PYD ofîsa partiya Yekîtî ya kurd li bajarokê Tiltemir digre.
Jêder: Hevbendî