Duh 23 vê heyva Nîsanê Xwecihiya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, civînek li bajarê Kobanê li dar xist , têde hin biryarên rêxistinî û siyasî dan li gor ku Xelîl Mistefa endamê ENKS ji me re ragihand.
Mistefa da zanîn ku xwecihî di civîna xwe de li ser rewşa xelkên bajêr rawestiya û tekez kir ku ew têkliyên xwe berdewam dikin ji bo dabînkirina alîkariyên mirovî.
li ser kiryarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD Mistefa da zanîn ku xwecihiyê bi tundî xwepêşandanên PYDê li dijî serok Barzanî û ENKS rexne kirin, û got ”ev zihniyet xizmeta rêjîma Esed dike”.
Her wiha Mistefa nîşan da ku Xwecihiya Kobanê di civîna xwe de li ser rewşa komîtên xwe rawestiya û hin biryar dan.
Jêder: Hevbendî