Hevbendiya Niştimanî Sûrî di daxuyaniyeke rojnamegerî de girtina giştî derheqê 500 hemwelatiyên gundê ” Sîfat” li Bakurê bajarê Helebê ku pirên wan jin û zarok in şermezar kir, girtina ku piştî derbasbûna hêzên Esed û milîşiyên milîperest ji gund re di roja dawî ji cejna qurbanê pêk hat, di nav nûçeyin – li gor çalakvanin ji deverê – li ser tawanên zorlêkirina Sêksî ku hêzên Esed û milîşiyên milîperest yên ku pê re şer dikin derheqê jinên gundê “Sîfat” pêk anîne.
Salim Elmislit berdevkê bi navê Hevbendiyê ev kiryar di daxuyaniyê de weha salix da: ” Kiryareke qirêj û hîzî ye dermafê jinên Sûrî de, û daxwaza berdanek bilez ji hemû girtiyan re kir.
Herweha Hevbendiyê hişiyarî da li ser:” Berdewamiya Esed di kirina van tawanan de bê ku rêgirek jê re hebe, û berdewamiya Hevalbendiyê di operasyonên li ser ” Daiş” ê û piştguhkirina tirora Esed, dibe ku bikeve di berjewendiya rêxistina tirorîst de, û dibe sedema tevlîbûna endamin nû di nav wan de, çi kombend bin yan jî kesayetî bin.
Jêder: Hevbendî