Heyveron Şerîf endama Hevbendiya Niştimanî Sûrî haydarî da ji bo”koçberkirina rêbazkirî û komkujiyên ku gelê Sûrî li bajarê Kobanî(Eyn Elereb) tûşî wan dibe li ser destê hov û diz û çeteyên ku rijêma Esed û peyayên wî ew çêkirine”.
Heyveron rewşa leşkerî li kobanî weha anî ziman”rêxistina Daiş ya terorist bajar ji sê aliyan de dorpêç kiriye; û eynî şêweyê rijêmê bi kar tîne, dema ku digre ser gund û bajaran piştî ku bajaran tevlî xelkên wan bitewşî bombebaran dike .
Hevbendiyê di beyanek xwe de berê jî gotibû”divê Artêşa Azad bê pirçekirin ji bo şerê Esed û Daişê bike, ji bo rê li pêş kuştaran li kobanê û her deverên din bigire”, beyan piştî bîst rojan ji dorpêçkirina Daiş ya henas çikên û helmeta wê ya dijî bajarê kobanî û destdanîna ser 67 gundên wê derket.û niha Daiş 5 km an tenê dûrî bajêr e.
Û Hevbendiyê” piştgiriya xwe bi temamî ji ji miletê kobanî re derbarî ev kuştin û derbederkirina li ser destê van kesên dûrî rewiştên sûriyan ragihand”.
Hêjayî gotinê ye ku şandeyekê ji hevbendiyê serdana kampên penaberên kobanî kir, û piştî seredanê tekez kir ku “pir pêwîste ku em alîkariya Kobanî ya ku piraniya xelkên wê derktine dervî sînor ber bi Turkiyê ve ji encama kiryarên çekdarî yên ku li herêmê rûdidin bikin”
(Jêder : Hevbendî)