Roja şembiya bûrî li Jinêvê şandeke Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, çavpêketinek digel serokê “Yekîtiy Aramî (Siryanî) Ya Cîhanî” Conî Miso kir. şanda Hevbendiyê ji cîgirên serokê Hevbendiyê heryek ji Semîra Elmesalimê û Miwefeq Nêrebiyê û Ebdulhekîm Bişar pêkhatibû, tevî endamê desteya siyasî Ebdulehed Stêfo.
Di civîna dirêj ya di nav herdu aliyan de, gelek fayl û mijarên siyasî û mirovî derbarê şoreşa Sûriyê hatin gengeşekirin, herwiha Mîso kurtiyek derbarê yekîtiya xwe û siyasetên wê pêşkêş kir, û tekezî hat kirin li ser berdewamiya van hevdîtinan bi awayekî rêupêk, li gor bikevin di berjewendiya sûriya û miletê wê de.
Li aliyek din herdu aliyan tekezî li ser giringiya yekparçebûna Sûriyê û yekîtiya tevna civakî bi hemû pêkhatiyên xwe ve bo paşerojeke firealî û demokratîk kir.
Jêder: Hevbendî