Duh înê li Istanbolê, endaminan ji desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, hevdîtinek bi serokê Şepêlla Siberoja Sûriyê û şandeya pêre kirin, ew hevdîtin wek bersivdanekê bû li ser vexwendina şepêla siberoja Sûriyê ji Hevbendiya Niştimanî re ji bo xwarina fitara remezanê, û herdû aliyan rewşa niha û komelkujiyên berdewam yên rêjîma Esed û hevalbendên wê derheqê gelê Sûriyê û asoyên pirosêsa danûstandina gengeşe kirin.
Her weha kesên civyayî behsa danîna mîkanîzmên karên hevbeş ji bo daraştina pirojeyekî niştimanî ku beşdariyê di parastina Sûriyê ji pirojeyên parçekirinê bike, û bingeha girêbesteke civakî ya nû deyne, û têde mafê Sûriyan li ser bingeha wekhevî û hevwelatîbûnê parastî bin.
Jêder:Hevbendî