Erebistana Siûdî bi xurtî daxwaza bikaranîna derbên leşkerî li dijî Rêjîma Esed ji Emerîkayê kir, ev doz hat piştî çend rojan ji doza hin dîplomasiyên Emerîkî ku welatê wan tevgerek leşkerî dijî Rêjîma Esed bike.
Di daxuyaniyekê de ji Rojnamevanan re, doh înê li Koçka spî, wezîrê derve yê Siûdî Adil Elcibêr got ku Siûdiyê ji zûde ji Waşinton dixwaze ko operasiyoneke leşkerî bikar bîne da desthilata Esed birûxîne.
Elcibêr di gotinên xwe yên li Balyozxana Siûdiyê, destnîşan kir ko ji destpêkê ve Riyad xwestiye siyaseteke bihêztir bikar were, ko derbên leşkerî têde hebin û her weha çêkirina herêmên aram û herêmên ko firok lê nikaribin bifirin û hem jî herêmên qedexe li ber alavên leşkerî li Sûriyê.
Siûdiyê xwest Mûşekên Zemîn-Asmanî bide Artêşa azad û hem doz kir ko digel Hêzên Emerîkî di çi operasiyoneke leşkerî de ew jî bi hêzên xwe beşdar bibe.
Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Emerîka Con Kêrî li Kopinhagin got ew daxwznameya hundirîn ya ko 50 diblomasiyên Emerîkî imze kirine “Ragihandineke giring e” piştî ew vegere Waşinton wê gengeşe bike.
Ev daxwznameya hundirîn bi tundî rexneyê li siyaseta Emerîkî li Sûriyê digire, û doz dike ko derbên leşekrî li dijî Hêzên Esed bikar bîne, da binpêkirinên wan yên berdewam ji agirbestê re rawestîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, ji gava Hevpeymana Navdewletî bi serokatiya Emerîkayê çêbûye, dozê lê dike ku lêdana DAIŞ tenê ne bese, lê giring e derbeyan li Rêjîma Esed jî bidin, çimkî Esed ew bingeha pirsgirêkê ye û ew jêderê tiroristiyê ye.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko piştguhkirina Civaka Navdewletî ji lêdana Hêzên Esed re bi istiratîciya durist ya têkbirina tiroristiyê re lihev nake. Destnîşan kir lêdana DAIŞ bitenê, dibe ko tiroristiyê bêtir geş bike.
Jêder: Hevbendî+Acans