Îro berbanga sibê, şoreşgeran dest danîn ser bajarokê Xelsa yê istiratîcî û herdû gundên Zîtan û Birna li gundewarê Helebê yê başûr, piştî şerên dijwar ku di encamê de bi dehan ji hêzên Esed û milîşiyayên tayifeperest hatin kuştin.
Û duh înê artêşa Elfetih destpêkirina pirosêsa bitekûzkirina destdanîna li ser bajarê Xelsa ragihand, û berî niha ragihandibû ku dest daniye ser 70 % ji wî bajarî, û bi hevkariya hin fesîleyan artêşa Elfetih piştî çend se’etan karîbû dest deyne ser bajêr û 40 kesî ji endamêm Rêjîmê û milîşiyayên wê bikuje, û dest deyne ser du tangan, û artêşa Elfetih bi danê sibê re êrîşa xwe li ser gundê Zîtan û Birne tevî bumbebarana hembiz ji firokên Rêjîmê berdewam kir, û şer û pevçûn çêbûn û di encamê de dest danî ser herdû gundan di dema ku hêzên Rêjîmê têk çûbûn û xwe bi şêweyekî bêserûber vedikşandin.
Û duh şoreşgeran dest danîn ser Burc Elheyat û gundên Eyn Eîsa û Elqirimnêle û Şehrûra û Newara û Kelez û Elseraf, li navçeya çiyyê Turkmanan li gundewarê Laziqiyê yê bakur, û di encamê de şoreşgeran hejmarek ji hêzên Esed kuştin, û dest danîn ser hin çek û cebilxaneyan, her weha embareke cebilxaneyan li Burc Zahiya ji encama armanckirina wê bi mûşekên girad ruxandin, û di encamê de agir pê ket piştî armanckirina wê bi şêweyekî yekser, her weha şoreşgeran cihên Esed li Burc Elbeyda armanc kirin û armancên xwe yekser pêk anîn
Jêder: Hevbendî + Navenda Heleb Ya Ragihandunê