Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hişyarê da li ser pêkanîna komelkujiyeke nêzîk ku rêjîma Esed bi piştgiriya dagîrkariya Rûsiya û pasdarên Îranê amadekariyan dike ku di derheqê bajarê Dareya de li gundewarê Şamê, hevdem berpirsyaretiya pêkanîna her tawankariyekê di derheq xelkên sivîl yên dorpêçkirî de yên ku hejmara wan nêzîkî 12 hezar mirov in ku piraniya wan jin û zarok in, bi taybetî xist di stûyê encûmena ewlekariya navdewletî de.
Hevbendiyê bal kişand ku hêzên Esed û bi piştgiriya dagîrkariya Rûsiya û çeteyên hevalbend bi tawanan bi armanca ku sivîl xanî û malên xwe çol bikin û koçber bibin dirabin, ku dawîtirîn kiryar hatin pêkanîn li derdora gundewarên bakurê Helebê û li Der’a, ku hêjî bermîlên teqîner û bimbeyên dengî û mûşek tên avêtin li ser wan tax û navçeyan, di dema ku hêjî pêlên koçberan ji Heleb û gundewarê wê berdewam in ber bi sînorê Tirkiyê ve, tevî bi deh-hezaran koçberên Der’a.
Hevbendiyê tekez kir ku ligor yasa navdewletî ev tawan digehêjin asta qirkirina nijadperistî, û herwiha tên pejirandin wek cînosaykirinê ji aliyê kuştina bi armanca koçbarkirinê, ligor burga duwem ji rêkeftinnameya navdewletî ya NY bi têkrayî biryar li sala 1948 an de li ser dayî, ku kiryarên kuştin û koçbarkirinê bi tawanên qirkirinê pesind dike.
Dîsa Hevbendiyê got ku tevî berpirsyaretiya temam ya aliyê beşdar di pilan û pêkanîn û piştgiriya van tawanan de, û pêkanîna wan li pêş çav û li ber guhê cîhanê de û bi bedewamî bêhtir ji çar salan ve, ku êdî bêdengiya cîhanê li ser encamdana van tawanan tê pejirandin wek qebûlkirina wan û beşdarîkirin di berdewmiya wan de û li dawiyê dibe hevpar di berpirsyaretiya wan de”.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku di bin sîbera civakek navdewletî de ku destê xwe ji berpirsyaretiyên xwe berdaye, û vegera ye li ser yasa daristanê, û dest berdaye ku hêzên terora dewleta Rûsiya û Îranê digel rêjîma Esed, bi ewlehî û jiyana bimiliyonan xelkê Sûriyê bilehîzin bê kar û karvedanek navdewletî li ser hebe; li hember vê yekê Hevbendiya Niştimanî NY bi hemû sazî û deste û endamên wê ve dibîne berpirs di ber tişta li bakur û başûr û rojhilat û rojavayê Sûriyê ji pênc salan û heta niha diqewimê, ji ber ku bi dirêjahiya 70 salan wê berpirsyaretiya parastina aştî û asayîşa navdewletî bi stûyê xwe girtî ye.
Di dawîya daxuyaniya xwe de Hevbendiya Niştimanî bi navê gelê Sûriyê bangewaziyê li hemû azadîxwazên cîhanê û Rêxistinên civaka navdewletî kir û daxwaz ji wan kir ku fişarê bêxin li ser hikûmetên xwe û wan neçar bikin bo standina rêşûnên pêwîst û bi awayekî lez bo rawestandina tawanên dijî mirovahiyê yên li Sûriyê tên pêkanîn û rakirina dorpêçkirinê li ser gund û bajarên Sûriyê û rawestandina bombebarana sivîlan bi bermîlên teqîner û bi bombeyên dengî , û serbestberdana bideh-hezarên girtiyan yên rastî lêdana hovane dibin di girtîgehan de, ku hemû xudan wijdanên zindî îro daxwazkirî ne ku kar bikin bi şêweyên pêwîst û yên li berdest ji bona vejandina çirîskên hêviyê bi hişyarbûna wijdana mirovahiyê carek din û ji bona bidawîkirina vê beşa bobelat û tirajîdîk ji dîroka cîhanê.
Jêder: Hevbendî