Ehmed Dawid Oxlo serokê wezîrên Turkiyê, bombebarana asmanî ya tund a Rûsiyê li ser gundewarê Helebê yê bakur rexne kir, û dît ku ” nabe lêbûrîn der barê ew êrîşên asîmanî yên berdewan li Sûriyê bê kirin an jî behane ji wan re bên dîtin, ew êrîşên ku dighên asta qirkirinek nijadperestî ya eşkere”.
Û di kongireyekî rojnamevanî yê hevbeş de bi rawêjkara Almanî Ancêla Mêrkil re, li Anqera paytexta Tirkiyê doh duşembê, Dawid Oxlo destnîşan kir ku bombebaranê ziyanên mezin di nav rêzên sivîlan de encam dane.
Û got ku “bizavin hene ji bo Heleb û bimilyonên Sûriyûn lê û li derdora wê dijîn bên dorpêçkirin, û ew despêka bobelateke mirovî ya nû û mizin e”, û dît ku” tiştê li helebê rûdide, diyar dike ku Rûsiya û rêjîma Esed û hêzên piştgirên wî , ne rastgo ne derbarê aştiyê û pir ji aştiyê dûr in”.
Derbarê derbederên Sûrî yên ji ber bombebarana Rûsî reviyane û li ser sînorê Tirkiyê bi hejmarek mezin kom bûne, Dawid Oxlo tekez kir ku wê” welatê wî hewcedariyên wan pêk bîne û wê pêşwaziya wan jî bike eger gerek bibe”, û destnîşan kir ku Rêvebiriya Bobelatan û Rewşên Awarte ya Tirkiyê(AFAD) û dezgehên alîkariyê yên Almanî, biryar dane ku pevre hevkariyê bikin ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberên li ser sînor re.
Serokê wezîran Dawid Oxlo bang li hemî aliyan kir ji bo pabendiyê bi biryara Encumana Ewlekariyê ya 2254 bikin , û rawestandina êrîşên dijî mirovahiyê yên vê dawiyê li Helebê tên kirin, û bal kişand ser” me biryar daye ji bo veguhestina doseya êrîşên Rûsiya û rêjîma Esed li ser sivîlan bo Neteweyên Yekbûyî û kirina şêwirdariyê bi aliyên kartêker li ser asta navdewletî re”.
Ji hêla xwe ve Rawêjkara Almanî Ancêla Mêrlil destnîşan kir ku tiştê Rûsiya dike, binpêkirin ji biryara Encumana Ewlekariyê re ye, ya ku Mosko di Heyva çilê pêşî yê bûrî de li ser imza kiriye.
Û Mêrkil got ku hestê”Tirs û behetîmanê” bi min re peyda bû, derbarê derdeseriya sivîlan li Heleba Sûrî, û gazin bi şêweyekî sereke ji aliyê Rûsî yê piştgiriya rêjîma Esed dike tên kirin.
Jêder: Henbendî