Duhî roja duşemê Rêxistina “Hiyumen Rayits wotiş” got ku Rûsiya û rêjîma Esed bombeyên weşî bikar anîne di kiryarên bombebarankirina sivîlan û navçeyên rizgarkirî de, ku bûne sedema ketina gelek qurbaniyan ku piraniya wan jin û zarok in.
Rêxistinê da zanîn ku herdu dewletan “bombeyên weşî yên qedexekirî bi kêmayî di 24 êrîşan de di heyva bûrî de bikar anîne û bûne sedema kuştina 37 sivîlan ku di nav wan de 6 jin û 9 zarok hebûn û birîndarbûna bi dehan kesên din”.
Li aliyek din cîgirê rêveberê cêbicêkar yê devera rojhilata navîn û bakurê afrîka Nedîm Horî got: “her çareseriyek ji kirîza Sûriyê re pêwîstiya wê bi çareserkirina êrîşên bitewşî yên berdewam heye “, û dît ku ” pabendbûna Rûsiya û rêjîma Esed bi rawestandina bikaranîna bombeyên dengî dibe ku bibe destpêkeke baş”.
Raportê diyar kir ku “4 corên bombeyên dengî di bombebarankirina parêzgehên Heleb û Şam û Humis û Idlib û Hemayê de hatine bikaranîn”.
Heman raportê bal kişandiye ku ev bombe bi piranî di oparisyonên dawiyê de li ser Helebê hatine bikaranîn, herwiha amaje bi koçberkirina 20 hezar kesî ji xelkê parêzgehê ber bi sînorên Tirkiyê ve bi sedema êrîşan kiriye.
“hiyomon rayits wotiş” diyar kiriye ku wê raporta xwe li ser axaftinên çalakvanên xwecihî amade kiriye, û têde wêneyên paşmayên hin bombeyên dengî ji corê “3” “0_10” “0-8” hatine.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê daye zanîn ku her bizavek cidî ya ku hewl bide çaresrriyek rasteqîn pêk bîne, biser nakeve ku ne hevşan be digel sepandina biryara 2139 ya encûmena ewlekariyê û rawestandina bombebarankirina bitewşî û bikaranîna bermîlên teqîner li dijî navçeyên nişteciyan, û herwiha yekser dest bi rakirina dorpêçê bike ji ser navçeyên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî bo sivîlan.
Jêder: Hevbendî + wekalat