Şûnkarê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarê mirovahî, Stephen O’Brien , ji rêjîma Esed daxwaza pêwîstiya rawestandina şer bi lezgînî û pabendiya bi yaseya mafên mirovan, û yaseya mirovahî ya navdewletî, derbarê parastina sivîlan li Sûriyê, û derbasbûneke aram ji dezgehên mirovî re ji bo kesên hewcedar li welat bêmerc kir”.
O’Brien di daxuyaniyeke xwe de, Doh êvara Duşemê, nîgeraniya xwe anî ziman derbarê raporên ku gotibûn zêdetir 130 hezar sivîl, heftiya bûrî, di encama şer û pevçûnên giran û topbarankirina asîmanî ji aliyê hêzên Esed û hêzên hevalbendê wî û grûpên çekdar ve koçber bibûn, û destnîşan kir ku 80% ji derbideran jin û zarok in.
Ji aliyê xwe ve rêkxerê karûbarê hawarçûna bilez, daxwaza rawestandina hemû reftarên ku dihêlin jiyana sivîlan bikeve metirsiyê de kir, û doza hêsankirina rê li pêşiya wan, da ku biçin deverên aram û nehiştina topbarankirina jêrxaneyê jî kir.
Û axaftina xwe berdewam kir:”Ez gelekî nîgeran im, derabrê rewşa xelkê li tevahiya welat, herwiha tiştê ku li Başûrê welat li parêzgeha Der’a çê dibe, ku tundbûna şer li wir hiştiye ku bi hezaran derbider bibin, û kuştî û birîndar jî bikevin”, û destnîşan kir” Kampên derbideran yên ku nêzîkî sînorê Tirkiyê ne hatine tijîkirin, û niha zêdeyî şiyana xwe kar dikin”.
O’Brien tekez kir ku”Neteweyên Yekbûyî û hevpişkên ku di warê mirovahî de kar dikin, dê berdewam kar bikin ji bo berfirehkirin û lezkirina kar, û dabînkirina alîkariyên xwarinê û yên diravî û belavkirina kilînkên veguhêz, herwiha dabînkirina baregehên tenduristî û xizmetguzariyên avê ji malbatên ku nû derbider bûne”.
Li Gelek deverên parêzgeha Helebê û bi taybet Gundewarê wê yê Bakur, derbideriyeke mezin ber bi sînorê Tirkiyê ve rû dide, ku bi hezaran malbat ji ber topbarankirina tund û berdewam reviyane, ku balafirên şer yên Rûsya û hêzên rêjîma Esed ji heftiya bûrî ve destpê kiribûn, ev yek di demekê de tê ku tirs heye hejmara derbideran zêde bibe, û bighêje 100 hezar kes di heyama berdewamiya êrîşkirina li ser bajarok û gundên Bakurê Helebê.
Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê got:” Tiştê ku li Gundewarê Bakur yê Helebê rû dide ji tawanên li dijî mirovahiyê û tinekirin û koçkirina bi komî di riya êrîşên hovane yên ku rêjîma Esed û hevalbendên xwe Rûsya û Îran û milîsên biyanî , ji nû ve bi awayekî eşkere suriştiya destêwerdana Rûsya ji bo Sûriyê diyar dike.
Destêwerdana ku armanca wê kuştina sivîlan û koçberkirina wan e, ji bo ku careke din rêjîma Esed bihêz bike, û sûdwergirtina ji operasyona siyasî da ku ji tawanên xwe re bike sîwan, herwiha gelek sîgnalên pirsê li ser bêdengiya Civaka Navdewletî û dostên gelê Sûriyê derbarê van tawanan datîne.
Jêder: Hevbendî+ Hin Ajanc