Roja yekşemê 7 Sibatê 18 girtiyên Kurd ku berî 6 heyvan ji gundê Qulanê hatibûn rivandin, di dema ku belafirên ezmanî bareghên DAIŞê bombebaran dikirin ji zindanên DAIŞ li bajarê Babê riviyan û gihiştin bajarê Kobanê, li gor ku Bozan Ebdella endamê Encumana Niştimanî ya Kurdî ji mere ragihand.
Ebdella ku 4 kes ji malbata wî girtî ne, 2 ji wan li cem rêjîma Esed û 2 jî li cem DAIŞ ê ne ji berî 2 salan ve, ji mere got:” Law û birazyê min li cem rêjîmê ne, û birayê min û biraziyekî minî din jî li cem DAIŞê girtî ne herwiha bi sedan xort grtî hene û rewşa wan ta niha nediyar e.
Ebdella diyar kir “ew girtîne ji ber ku alîgirên ENKSê ne.
Jêder: Hevbendî