Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi xurtî topbarana ku sivîlan û taxên niştecî yên aram li Qamişlo armanc dike şermezar kir, ew bumbebarana ji encama pevçûnên bi çekin sivik û hin orte di sentera bajêr de, di navbera hêzên rêjîmê ji alîkî ve û mîlîşyayên bi ser partiya Yêkîtiya Demoqrat PYDê ji aliyê din ve, û di encamê de hejmarek qurbanî ji sivîlan ketin.
Û Hevbendiyê hişyarî der barê lîstikên rêjîmê û hevalbendên wê di çêkirina gelacî û jihevqetandina welatiyan da, ku ji berê de rêjîm li ser bikaranîna van karên kirêt xwe ava kirye.
Her wiha Hevbendiyê piştgiriya xwe ji bo xelkên me yên Qamişlo anî ziman, û bi taybetî xwediyên qurbaniyên bêguneh, û banga daxwaza hevkarî û piştahevgirtinê û yekîtiyê li wan kir, û hêviya saxlemiyê ji birîndaran re û dilovaniya xweda ji pakrewanan re kir.
Jêder: Hevbendî