Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û ligor raportên hatine ji bajarokê Medaya, hoşyarî da li ser bilindbûna rêjeya mirinê di nav zarok û kalan de bi sedema nebûna xwarin û şîrê zarok û dermanên çareserkirina ta û neweşiyên vegir yên bi sedema dorpêçkirinê û got ku “li hember vê yekê em civaka navdewletî û dostên gelê Sûriyê têxin li hember berpirsyaretiyên wan”.
û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku rewşa Medaya û Zebedanê û Me’edemiya Şamê (90 hezar sivîl dorpêçkirî ne) wek bobilateke mirovî bipejirîne, û pêwîte biryar bête dan li ser destêwerdaneke navdewletî ya bilez û pêşkêşkirina alîkariyan bi rêkên esmanî heger mîlîşiyan riyên bejayî girtin.
Ev yek hat di raportên pizîşkî û yên meydanî yên ji bajarokê Medaya li gundewarê Şamê ku di rewşeke mirovî ya xirab de dijî tên, ku mîlîşên Hesen Nesirjlah û Bişar Esed rê digirin li pêş derbasbûna her alîkariyeke mirovî.
Lewra Hevbendiyê Encûmena asayîşê vexwend bo gengeşekirina rewşa mirovî li Medaya û li bajarên dorpêçkirî, ji ber ku ew rewş dijî biryarên wê yên berê ye nemaze biryara 2254 ,û bi erkê xwe rabe di rizgarkirina giyanê sivîlan ku zarok û jin di nav wan de hene.
Herwiha gazî li Komkara Erebî kir bo gengeşekirina vê rewşê bi awayekî awarte di civîna wezîran de di roja yekşemê de (10-01-2016) û standina rêşûnên pêwîst bo bidawîkirina dorpêçkirinê û şermezarkirin û tawanbarkirina wê.
Herwiha Hevbrndiyê daxwaz ji rêxistinên mafên mirov yên navdewletî û desteyên hawarhatinê kir bo alîkariya sivîlên sûriyê yên dorpêçkirî ji aliyê rêjîma Esed û çeteyên Nesirulah ve bi awayekî bêhtir û pêşkêşkirina alîkariyan bi hemû awayên berdest.
Jêder: Hevbendî