Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, dibîne ku ragihandina rêjîma Îranê der barê şandina hêzên bejayî yên taybet ji Lîwayê 65 bo Sûriyê; hewleke din e ji bona lawazkirin û alozîkirina bijardeya siyasî û têkbirina wê biyekcarî ji holê.
Herwiha Cîgirê Serokê Hevbendiyê Miwefeq Nêrebiyê got: “tevlî piştgiriya ku rêjîma melayên Îranê bo rêjîma Esed pêşkêş dike, ji bona kuştin û koçberkirina gelê Sûriyê, ya bi eşkerahî her ji destpêka şoreşê ve li Sûriyê tê kirin, lê tevî wisa jî ev ragihandina Îranê ya vê dawiyê asteke nû ji astên dagîrkeriya rêjîma Îranê li ser serweriya xaka Sûriyê dide diyarkirin”.
Nêrebiyê balkişand ku razîbûna rêjîma Esed li ser piştgiriya Îranê li ser vî astê bilind, tê wateya têkçûn û helweşyayîbûna rêjîmê biyekcarî di rêvebirina karubarên nêvxweyî de, û her weha xweradestkirin ji hêz û rêjîmên dagîrker û stemkar re, li şûna berbi viyana gelê Sûriyê yê daxwazkarê azadiyê were. ev yek bo cara hezarcar rûxandina rewaya vê rêjîmê bicarekê dupat dike.
Herwiha Nêrebiyê got: “ev pêgava Îranê ji aliyek din, kirîza navxweyî ya rêjîmê ya bêsînor dide eşkerekirin ku tiştek li pêş civaka navdewletî nemaye, û pêwîste bi vê rastiyê têbigehe, û serederiyeke rasteqîn digel vê yekê bike, berî ku ev xemsarî û sistahiya navdewletî bibe fakterê peydabûna bobelatekê ku çi kesên zana nikaribin dîmenê wê bibînin û texmîn bikin”.
Jêder: Hevbendî