Di gotina xwe de ya civîna wezarî ya Komkara Erebî Hadî Elbehre serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî sedema belavbûna tiroristiyê li Herêmê ew e ko zordarî li miletan dibe.
Û ji aliyekî dî ve Elbehre doz li Wezîrên karûbarê derve yên Erebî kir ko biryarekê bidin da Esed neçarî berdana desthilatê bike, û got: “Tundrewî bidawî nabe û guherîna dîmuqrasî nabe eger qonaxeke guhêstok li Sûriyê neyê ku rûxandina Esed bivênevê bike. ”
Herweha got: “Me ji destpêkê ve ragihand ko bê Desteyeke Desthilatê ya guhêstok xwedan Desthilatiyeke cîbicîkirinê ya tekûz tu caran aramî li Sûriyê misoger nabe, û ne tiroristî bidawî dibe, û ev qonaxa guhêstok gerek e nuha be çimkî tiroristî gur bûye û gihaye dewletên derdor û metirsiya wê li ser ewlekariya Herêmê û cîhanê bitevahî çê bûye.
Herweha Elbehre di civîna Komkara Erebî de da xuyakirin ko şerê tunrewiyê nabe eger pirsgirêka bingehîn tune nebe û got: “Em nikarin tiroristiyê tune bikin, bê ko em sedemên wê hil bikin û ew sedem jî rêjîma Esed e ya ko çend dewletên Erebî jê zehmetî kêşane û hem jî tiroristî li Herêmê belav kiriye.”
Serokê Hevbendiyê aferiya Artêşa Azad ko di rûyê tiroristiyê de radibe tekez kir “Tev k Çekên kêm û karînên hindik lê qehremanên Artêşa Azad di rûyê evê penceşêrê de ya ko li Herêmê belav bûye dirawesin.
Me hişyarî da hemûyan li ser metirsiya evan Çeteyên tundrew û ya Rêjîma Sûrî ko alîkariya geşepêdana wan dike. Û va ye îro em kuştarên Daişê li dijî miletê Sûrî û Iraqî li Mûsil û Şingalê dibînin.”
Ligel evê tiroristiya Daişê jî “Miletê me beraberiya tiroristiya Rêjîmê ya ko piştgiriya wê ji Çeteyên ji Libnan û Iraq û Iranê tên dike.“ herweha Elbehre di axaftina xwe de doz li Desthilata Libnanê kir da berpirsiyariyên xwe hilgire.” Û ji bo Penaberên li ser xaka wê ne xwe ji erkên xwe venekêşe, li gor ku yasayên Navnetewî û mafê mirovan ji wan re rewa kirine.
Di dawiya axaftina xwe de Elbehra spasiyên xwe “ji bo Komkara Erebî ko şiyanên xwe dike da rijandina xwîna Sûriyan birawestîne,” tekez kir ko “kursiya Sûriyê hîç nabe ko Rêjîma miletê xwe kuştiye li ser rûnê, û hem jî ji we re ne rûmete ko ew li nav we rûnê û miletê wî ew red kiriye û li hember rabûye. Ev Rêjîm ya ko tinazên xwe bi karê Komkarê kirine û hem jî serperiştên wê bi nokerî û tiroristiyê tawanbar kirine.”
Jêder: Hevbendî