Razdarê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesr Elherîrî, ji Civaka navdewletî daxwaz kir: ” Berpirsiyariya xwe hilgire, û liveke lezgîn bo rawestandina operasyonên rejîma Esed li ser Xûta Rojhilat bike, û kar bo parastina kesên sivîl ku tê de dorpêçkirî mane bike, û operasyona wêrankirina rêbazkirî rawestîne, ya ku rejîm tê de hemû coreyên çekan di nav wan de Sarûxên valahî bikar tîne “.
Herîrî di daxuyaniyek rojnamegerî de destnîşan kir: ” Bajarê Dûma li Xûta Rojhilat di bin topbaranek ku ev 4 roj ji aliyê balefirên Esed û topên giran berdewam e, di encamê de70 kes şehîd ketin, û 250 birîndar in”. Herîrî zêde kir: ” Ta niha bidehan xelkên sivîl di bin wêraniyan de mane, û di hewldanên niştecî û endamên Berevaniya Sivîl bo deranîna qurbaniya astengîne mezin tên pêşiya wan ji ber kêmasiya alavan “. herweha Herîrî bi dijwartirîn hevok armanckirina Esed ji sivîlan re û berdewamiya wî di kuştina bêgunehan de şermezar kir.
Jêder: Hevbendî