Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr ji gotinên Çeteyên Hizbullah yên ku xwe ji beşdarbûna bombebarana Irsala Libnanî bêsûc dikin nefret girt û weha got: “ev rev e ji berpirsiyariya bobelata mirovî ya tê serê Sûriyên Irsalê, û Hizbullah ew bû ya pîlan jê re danîbû bi mebesta kuştina Sûriyan. Hizbullah ew berpirsiyara yekem û dawî ye di ber anîn belavkirina tiroristiyê li Herêmê.”
Elemîr got: “Hizbullah nikare xelkên cîhanê bigihîne baweriyê ko ew ji xwîna xelkên Sûrî bêguneh e. Û ev tiroristiya ko îro gihya Libnanê pêşbînkirî bû, Hevbendiyê ji pêşî ve hişyarî da Desthilata Libnanî û jê xwest ku pêdivî ye fişarê li Hizbullah bike da Çeteyên xwe ji xaka Sûriyê vekişîne, lê tu kesî di evê çarçoveyê de tu gav neavêtin, ji lewra herêm giha vê rewşa ku tê de.
Mixabin ko milet û sivîl tenê ew dibin qurbaniyên derengiya siyasî di standina biryaran derbarî kuştarên ku Çeteyên milîperest bi rêvebirya Beşar Elesed li sûriyê dikinʺ.
Elemîr ji Artêşa Libnanî xwest ko ne tenê şerê Çeteyên tirorist yên ko sînorê ewlekariya Libnanê derbaskirne bike, çimkî şerê çeteyan tenê bêsûde ye, ji ber ew encam e, ne sedem e, û sedema sereke hebûna Hizbullah li Sûriyê ye, û nabe çareseriya encaman bibe û sedem bimîne.”
Elemîr weha berdewam kir:ʺ Pêdivî ye ko Desthilata Libnanî yekser bi karê xwe rabe da Penaberên Sûrî ji bobelatên ku Hizbullah ew anîne Herêma Rojhilata Erebî dûr bike, çi derdengî di veguhestina birîndaraên bombebaranê û sivîlan ji Kampên wêran bûyî êdî nema tê pejirandin û divê zû bê çarekirin,em nema Karin bendewar bimîninʺ.
Çimkî nabe Sûrî li Libnanê jî baceya derengmana Navnetewî û Libnanî ji xwîna xwe ji encama tawankariyên Hizbullah bi Sûriyan dikeʺ.
Û berdewam kir: ʺEm naxwazin xwe li pişt tiliyên xwe veşêrin, Irsal pişa bi tenê ye ji henasa devera Qelemûna Sûrî re, ew tiştê bû tolhildan û bersiva Hizbullah bû li ser zincîra şikestinên wê li Qelemûnê bi Artêşa Azad re, Irsal 140 Penaberên Sûrî di Kampan de dihewîne û gelek ji wan ji Qelemûnê hatine, êdî derbasbûna kombendên tirorist di Irsalê û gurkirina tevgera çekdarî li Libnanê, ne ji ber xwe û nişka ve hatiye , û ew tenê rajeya Hizbullah dike, ya dixwaze fişarê bide ser Artêşa Azad bi fişara ser xizmûkesên wan li kampa Irsalê.
Ji ber wilo gerek e Desthilatdarên Libnanî penaberan veguhêzin paş re beraberiya tiroristiyê bikeʺ.
Di hevpeyivîneke taybet, Nivîsgeha Ragihandinî digel Xalid Re´ed Endamê Sendîkeya Mamostayên Sûrî yên Azad yê ko li Irsalê ye kir, Re´ed ji civaka Navnetewî û dewletên hevalên gelê Sûrî xwest ʺtêwerdanê bilez bikin û sivîlan veguhêzin û birîndaran ji gorepan û odeyên bijîşkî rakin ew odeyên ko derman û alav li wan kêmin yên dihêlin mirin û jêkirina dest û piyan di nav birîndaran de çê bibe û gerek e piştgiriya wan bibeʺ, herweha Re´ed got: ʺji du rojan ve lingê kurê min bi destê min jê bû û herweha jina birayê min lingê wê jî jê bû, ji encama bombebarana bêserûber ya ko sivîl û çekdaran ji hev nasnake, me hewl da ji roja pêşî de ko digel gelek malbatên Sûrî derkevin, lê rêbendên ewlekariya Libnanî nehiştin sivîl derkevinʺ.
Û li ser turumbêlên ko xwarinê ji sivîlan re derbas dikin, çimkî Re´ed berdevkê xelkên Sûrî li Irsalê ye got:ʺEm xwarina we naxwazin em napejirînin ku bi destekî we em bixwin û bi destê din em bombebaran bibin, lê em dixwazin ko sivîl derkevin û birîndar çareser bibin û zaroktiya ku di henasên xwe yên dawî de ye rizgar bikin, çimkî li evan kampan heta nuha em li hêviya timbêlên hawarçûnê yên xaça sor û heyva sor in.gerek ana li vir bana ji bo bilez nexweş derman kiribana û birîndar veguhestana lê tu nîşanên ko wê nêzîk bên nexuyane, û heta ko turumbêlên hawarhatinê derbas bibin jî, ne ew tenê doza me ye ew ne bes e, lê divê bilez sivîl bicih bibin û arîşe ji kok ve çareser bibe, em dibînin eger wilo nebe û Artêşa Libnanî sûr ma li ser dorpêçkirina me di kampan û nav bajêr de tê wateya ew di şikênandina tiroristiyê de amancên xwe pêk neanîne,û wê hingê ew me dike girawin sivîl di destê kombendên tirorist de, ewên ko ew bi xwe şerê wan dikinʺ. Re´ed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kirʺ nexasim ku qurbanî û birîndar heta nuha ji sivîlan in û ne ji tiroristên ko li gorepanên serke li Irsalê bicih bûneʺ.
Jêder: Hevbendî