Toreya Aşûrî ya Mafê Mirovan girtina birêz Fehmî Yûsif Serkirdeyê Partiya Gel ya Dîmuqratî yê ko ji hêla Dezgehên Ewlekariya Rêjîmê ve hate girtin şremezar kir.
Birêz Fehmî Yûsif dema ji Firokxaneya Laziqiyê berê xwe dida Qamişlo hat girtin, herweha Agahnameyê wisa got: Ev girtin ne rewa ye û derveyî hemû Peyman û Belgeyên Navnetewî û destûra Sûrî ye jî, çimkî ew ne li ser tu bingeha yasayî ye.
Herweha Agahnameyê doz li Desthilata Elesed kir koʺ çarenivîsa Fehmî Yûsif û hemû girtiyên nerînê li Sûriyê aşkere bikeʺ.
Hêjayî gotinê ye ku ev girtin ya sêyem bû ji Fehmî Yûsif (Bavê Ziyad) re bi dest hêzên Ewlekariya Rêjîma Elesed , cara yekem di 28.04.2011an, cara duyem 29.10.2013an.
Jêder: Hevbendî