Hîşam Merwe cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ji serokên cîhanê yên terorê şermezar dikin xwest ku” sedemên rasteqîne yên terorê çareser bikin û rêjîma Esed ku çavkaniya serekeya terorê ye jinav bibin,yê ku nebitenê kuştaran di derheqê Sûriyan de ji 4 salan ve pêk tîne, bi serde girûpên terorîst çêdike û çavdêriya wan dike bi hewla serkutkirina şoreşê da wê wek tevgereka terorîst bide xuyakirin “.
Merwe tekez kir ku rêjîma Esed ” netenê hesin û agir di serkutkirina şoreşa gel de bikar tîne, lê dorpêçkirinê jî li ser navçeyên ku bihezaran sûrî di wan de dijîn bikar tîne, û gihandina alîkariyên hawarhatinê li ser wan qedexe dike, û dirêjî û berdewamiyê dide sepandina siyaseta xwe ya sizakirina komelên sivîl li navçeyên serhildêr “.
Merwe; bûyerên birçîkirin û dorpêçkirina kampa Yermûk û Xota Şamê û Taxa Elewir û lêqewmînên deverên dorpêçkirî bi “Tawana Cengê” bi nav kir û bi ciniyosayîdeka hêdîhêdî li dijî Sivîlên wan navçeyan salix da”.
Cêgirê Serok “berdewamiya dorpêç û birçkirina Sivîlan” şermezar kir, û tekezî li ser pêdiviya “çareserkirina wê ya bilez kir li gor biryarên Encûmena Asayîş Navdewletî 2139,2165 “, yên ku bitundî binpêkirinên berfereh yên rêjîma Esed û kiryarên wê li dijî mafên mirov û yasayên mirovî yên navdewletî şermezar dikin, û daxwaza rakirina dorpêçê ji ser hemû navçeyên dorpêçkirî di Sûriya de kir, û derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêka derwazên sînorî û bê erêkirina rêjîma Esed.
Merwe got ku”rêjîma Esed û bi dirêjiya çar salan bi encamdana tawanan ku wijdana miroviyê diêşîne dirabe, û xemsariya Civaka Navdewletî di rûbirûbûna wan tawanan de bûye alîkar jêre”.
Herwiha Merwe got; ku bardeoxên zehmet yên rêjîma Esed li ser sedhezarên li Xota rojhilat û Taxa Elweir disepîne, di dema serme û seqema berfê û kêmiya keresteyên xwarinê û dermanên pizêşkî; ” berpirsyaretiyê têxe ser milê dewletên Cîhanê bo alîkariya bobelata gelê me û doza wî ya siyasî û mirovî û rewştî bikin”.
Di heman demê de matmayîna xwe da xuyakirin li hember hebûna çendîn aliyên piştgir ji terorê û ji rêjîmên terorîst re, lê gelê Sûriyê ew piştgir nîne ku li aliyê xweragirî û daxwazên wî di pêkanîna azadî û rûmet û demokrasiyê de raweste “.
Jêder: Hevbendî