Hevbendiya Niştimanî Sûrî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî ji girupa Dostên Milletê Sûrî xwest ku piştgiriya xwesteka avakirina devereke aram li Bakurê Sûrî bo parastina sivîlan ji bumbebarankirina bi bermîlên teqîner bikin, û li ser pêwistiya vê yekê bo sînorkirina pêlên penaberan ber bi Ewrupayê de destnîşan kir.
Şandekê ji Hevbendiya Niştimanî ku îroj Çarşembê mezinê berpirsên Emaneta Giştî bo girupa Dostên Milletê Sûrî Stîvan Van Worş dîtibû tekez kir ku ” Êrîşên Rûsî zirar negihand rêxistina Daişê, lê hemû êrîşên xwe bi ser şoreşger û sivîlan de birin”, herweha tekez kir ku ji mafê Artêşa Azad e berevaniyê di ber desthilatiya niştimanî û milletê Sûrî de ku dikevin ber binpêkirin û êrîş û zordariyê li ser destê dagîrkeran bike. Ji hêla xwe ve “Worş” kiriyarê Rûsî bi “Serserî” binav kir, û dît ku wê ev yek gelek ji hevalên welatê Botin ji dest wî winda bike, û tekez, ev destwerdan wê bandora xwe li ser operasyona siyasî û karîna berdewamiya wê bike.
“Worş” gumana xwe anî ziman ku dîtina şoreşgerên rastîn ên bi azadiyê bawermend in, her dem hêviya merov bi pêkanîna merovê Sûrî ji nerînên xwe yên rewa ber bi azadî û rûmetê de geş dike.
Jêder: Hevbendî