Hevbendiya Niştimanî Sûrî di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ku biryara Encumena Ewlekariyê nemre 2170 bi duristkirina Hevpeymaniyek Navdewletî bo şerê Daiş ” Ne dijî helwesta Hevbedniyê ji tirorê ye, bi nîşana ku Artêşa Azad dest bi şerê rêxistina “Daiş” ji destpêka sala 2014an de kiriye û ew ji piraniya parêzgehên Sûrî qewirandiye, ji ber milletê Sûrî yê ku derket ta rejîma bêdad birûxîne, nehiştiye û nahêle tu alî ecindeyên xwe yên taybet bi hêza çekê li ser bimeşîne, û di bin çi behane yan nixumandinê de be”.
Herweha di daxuyaniyê de hat: ” Helwesta Hevbendiyê ji Hevpeymana Navdewletî bi destnîşanên niştimanî yên giring ve girêdayî ye, di destpêka wan de; nabe ku hevpeymanî tenê şerê rêxistinên tirorîst bike, divê kar bo bidawîkirina sedema bingehîn ji tirorê re bike, ew jî rejîma diktator e ya ku tirora dewletê li ser miletê Sûrî dimeşîne, li rêxistinên tirorîst miqate ye, bi dizî û eşkere danûstendinê bi wan re dike. Çi karê leşkerî ji vî cureyî nikare armancên bihêvîkirî pêk bîne eger ne bi çareseriyeke siaysî û giştî re be, hêviyên milletê Sûrî pêk bîne , ewlekariyê li Sûrî, Iraq, û deverê tev de misoger bike”.
Daxuyaniyê destnîşan kir: ” Beşdariya me di operasyonên leşkerî de bo şerê “Daiş” û dagirtina valahiya ji vekişîna wê ji deverên Sûrî encam dide bi misogeriya piştgirî, biçekirin, û rahênana Artêşa Azad ve girêdayî ye, herweha bi misogirkirina nixumandina asîmanî ya ku hêzên me di dema tevgera wan de biparêze”.
Jêder: Hevbendî