Nûnerê Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Emerîka Necîb Elxedban rexnegirtina xwe bo mêvandariya Netewên Yekgirtî ji pêşengeheke hunerî re ku piropogendayê ji rejîma Esed û tawanên wî re dike diyar kir, û ji rêxistina navdewletî xwest ku pêşengehê betal bikin. Di nameyekê de ji bo Cîgira Razgirê Giştî yê Karubarên Rêvebirî Yokyo Takaso Xedban mijar şermezar kir û got: ” Ne beraqil e ku Netewên Yekgirtî mêvandariya pêşengeheke hunerî bike piropogendayê ji rejîma ku tawanên kuştinê kirine û wêranîyek bêhempa çêkiriye”. Nûnerê Hevbendiyê tekez kir: ” Ev pêşengeh tê wateya ku Netewên Yekgirtî tawanên ku hêzên Esed bikar tînin erê dike”. Û zêde kir: ” Ev pêşengeh wek alaveke ragihandinê ye ji bo tawanên Esed yên kirêt, û em Netewên Yekgirtî han didin da vê pêşengehê betal bikin”.
Jêder: Hevbendî