Endamê Hevbendiya Niştimanî Fayiz Sara li ser civîna hindek ji pisporên ragihandinê bo destnîşankirina xêzên sereke di meşiqkirina ragihandina niştimanî de got: ” Gava pêwîst û pêdivî ye di vê qonaxê de, divabû ji mêj ve destpê hatiba kirin, lê gihandina dereng çêtir e ji ne gihandinê”.
Sara di xula duh de ku ji bo amadekirina rêbaza ragihandina niştimanî destpê kir got: ” Armanca vê pirojeyê dûbare rêdarkirina kelekên ragihandinî yên şoreşê û Hevbendiyê di bin ronahiya nêrênin Ekadimî û pîşeyî yên ku li ser erdê kar dikin. Rola Hevbendiyê di vê pirojeyê de pêşkêşkirina karînên bicîanînê ye, îroj em ji pispor û ragihênerên Sûrî re pêşkêş dikin em ji wan re hevpar bin, em perçeyek ji wan bin, ne ew perçeyek ji me bin, û divê ev hevparî di bin çavdêriya birrek ji pispor û ekadimiyên ragihandinê de be bo destnîşankirina riya ragihandinî ji kelekên şoreşê re bi awayekî pilankirî û pêkhatî “.
Serokê Hevbendiyê Hadî Elbehra duh di amadebûna xuleyê de tekez kiribû:” Îroj şerê ragihandinî ne kêmî cengên leşkerî ye ku Artêşa Azad dijî rejîma Esed dike. Cemawerê armancikrî di vê ragihandinê de ne tenê şoreşger in, lê belê ta ew kêmkesên ji piştgiriyên rejîma Esed in, ew cemawer nabe werin paşguhkirin, ji ber Sûrî ne tenê ji şoreşvanan re ye, ew ji bo hemû Sûryan e bê cudayetî ji hêla regez, netew, û ramanê ve “.
Behra ji pisporên ragihêner xwest:” Istiratîjîk bi tevahî bo çêkirina rêbazek ragihandinî hevseng dikaribe niha û piştî rûxandina Esed û çeteyên wî rêberiya welat bike. Rola Hevbendiyê di danûstendinê bi pirojeyên ragihandinî wê tenê di warê piştgirya çalakiyan û rêdariya wan be, bê destwerdana di nerîn û rêbaza wan ya ragihandinî de”
Jêder: Hevbendî